1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Ev mûmya di gorê de jî dixebite
Ev mûmya di gorê de jî dixebite,ev,mûmya,di,gorê,de,jî,dixebite

Ev mûmya di gorê de jî dixebite

A+ A-

Ev mûmya 4000 salî ye, lê kir ku navbera Emerîka û Çînê vebe. Gotina "ez ê di gora xwe de jî rihet nehêlim" qey tiştekî wiha ye.

Muzeya "Beauty of Xiaohe" ya eyalatea Philadephia ya Emerîka, da xuyakirin ku ew ê vê mûmyayê nîşan nedin. Sedema wê jî ew ku Çînê xwestiye ev mûmya neyê pêşanîkirin.

Ev mûmya ku Pekîn ji pêşanîkirina wê aciz dibe 4000 salî ye. Lê digel vê jî bijangên dirêj ên di çavên verkirî de hîn wekî xwe ne û porê dirêj ê tê ser milan jî hîn di rewşek pir baş de ye.

Beauty of Xiaohe, ango "Xweşikiya Xiaohe'ê Güzelliği", tenê yek ji mûmyayan e ku li Çînê, li eyaleta hişkeber a Sîncan hatiye dîtin. Taybetiya mûmya ew e ku berî çîniyan li herêmê maye û dirbê qafqasiyan dide. Ev her du taybetî li gor teoriya wan kesan e ku dibêjin li vê axa Çînê ber ewropayî hebûn.

Xweşikiya Xiaohe'ê tenê ne li ser niştecihên pêşî yên Sîncanê, her wisa nîqaşa axa dewlemend a petrolê tîne rojevê ku ji kengî ve ketiye destê Çînê.

Di encamê de piştî 4000 sal mirina xwe, Xiaohe cîhanê tevlihev dike.