1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Ev şerê dawî yê Erdogan e"
"Ev şerê dawî yê Erdogan e",ev,şerê,dawî,yê,erdogan,e

"Ev şerê dawî yê Erdogan e"

“Ev şerê dawî yê Hikûmeta AKP’ê û Erdogan e. Di vî şerî de wê Kurdistan ji Erdogan re bibe goirstan.”

A+ A-

ANF11:41 / 25 Tebax 2011 BEHDÎNAN - Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî diyar kir ku lîstokên AKP a ku amadekariyên komkujiyên li ser Kurdan dike û rûyê rast ê Erdogan aşkere bûn. Sofî got; “Ev şerê dawî yê Hikûmeta AKP’ê û Erdogan e. Di vî şerî de wê Kurdistan ji Erdogan re bibe goirstan.”

FGermandarê biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî bersiv da pirsa rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya li Elmanyayê weşanê dike û diyar kir ku hewldanên 18 salan ên ji bo aşitiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine piştguhkirin. Sofî got; “Zêdetirê 12 salane Rêbertiya me bi hestyariyek mezin û di hemû şert û mercên ewqas giran de ji bo pêkhatina çareseriya aşitiyane dixebit, lê bi taybet Erdogan û hikûmeta wî dest ji hemû planên xwe yên binkol bernedan.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Nurettîn Sofî derbarê êrişên dawî yên li ser herêmên parastina medyayê de axivî. Sofî da zanîn ku hesabên dewleta Tirk yên li jor, li erdê pêk nehatine û diyar kir ku dewleta Tirk ji ber qelsiya xwe êriş dike û ev şerê dawî yê Erdogan e..

HESABÊN WAN YÊN LI JOR LI ERDÊ PÊK NEHATIN

Sofî êrîş weke hewldaneke dewleta Tirk a derketina ji nava têkçûyîna leşkerî û di qada siyasî de nirxand û ev tesbît kir: ''Gelê Kurdistanê nîşan da, ku ewê statuya koletiyê ya temenê wê tije bûye û halê wê yê qamûflekirî qebûl neke. Gelê Kurd bi dewletên mêtînger li ser Xweseriya Demokratîk ji aliyê statuyeke nû ve îradeya xwe eşkere kir. Ev rewşa dawî bû têkçûyîna herî mezin a Erdogan û AKP. Bi vî rengî rûpoşka wan a bi hessasî dihate hilgirtin kete xwarê û rûyê wan ê rast derkete holê.''

‘SÎNOREK Ê XWEPARASTINÊ JÎ HEYE’

Nûredîn Sofî çalakiyên gerîllayan ên zêde bûne jî bi gotinên 'weke, ku sînorê her tiştî heye, sînor pozîsyona parastinê jî heye' nirxandin. Encamên ji çalakiyên dawî yên pêk anîne wiha wiha nirxand: “Bi hin çalakiyên bersivdayînê û paş de gavavêtinê yên li dijî êrîşên li ser destkeftiyên gelê me, me qirkirina dihate plankirin, ku pêk were, ji hemû aliyên wê ve deşîfre kirin. Me lîstokên dewleta Tirk û hukûmeta AKP'ê, ku xwe amade dikirin, komkujiyê li ser Kurdan pêk bîbin, eşkere raxistin berçavan. Rûyê rastî yê Erdogan derkete holê.''

'HER KURDEK DI HEDEFA ÊRÎŞAN DE BÛ'

Sofî got, di van êrîşan de her mirovê ku navê wî Kurd e, û bêyî ku were gotin, zarok, jin an jî pîr e hedef hatiye girtin û bi ya Fermandarê Biryargeha Navendê yê HPGê Nurettîn Sofî van êrîşan, yekîtiya gerîlla û gel, û rihê yekîtiya neteweyî jî bi hêztir kirin e.

Sofî got, hişmendiya gelê Kurd a neteweyî û rihê serhildanê li noqteyekê ye, ku jê veger nîne û helwesta gerîllayan jî wiha rave kir:'Divê were zanîn, ku emê weke hêzên HPG'ê li dijî her cûreyên êrîşan gelê xwe biparêzin. Hêzên me heta Erdogan û hukûmeta wî li Kurdistanê tine bikin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê tekoşîna xwe bidomînin. Baweriya me ji vê yekê heye, ku wê gelê Kurdistanê jî vê berxwedanê bi rihekî berxwedan, serhildan û xweparastineke bi heybet pêşwazî bike'.

'EV ŞER, ŞERÊ DAWÎ YÊ ERDOGAN E'

Sofî wiha got, “Di navbera mirina Seddam û şehadeta Hz. Huseyîn de ferqeke mezin heye' û dawî li gotinên xwe anî; “'Çiyayên Kurdistanê kelehên herî xwezayî yên berxwedanê ne. Heta gelê Kurd li van çiyayan be, tekoşîna azadiyê ya bi rûmet û berxwedana wê, wê bidome. Em ê nîşanî Erdogan û hêzên nûneriya wî dikin, bikin, ku ne êrîşên ji hewayê, êrîşkirina bi hezaran bombeyan û bombekirina zinar û çiyayan wê ti encam neyên bidestxistin. Giyanê vê serhildanê ne Erdogan û ne jî bombeyên wî yên bi tonan nikarin parçe bikin. Ev êrîş encex dikarin bibin sedama bi serkeftinê tacîdarkirina rihê serhildana neteweyî ya gelê Kurdistanê. Ev şer, şerê dawî yên Erdogan û hikûmeta wî ye.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî