1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Evîna zarokê 5 salî ya Surê
Evîna zarokê 5 salî ya Surê,evîna,zarokê,5,salî,ya,surê

Evîna zarokê 5 salî ya Surê

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hêzên dewletê ligel hemû derfetên teknîkî yên li hemberî Surê bi kar anîn nekarîn bikevin Surê û êrîşên xwe yên li hemberî navçeyê didomînin. Zarokê bi navê Suleyman Parilti yê 5 salî yê ku li Surê bi malbata xwe re dijî li ser Surê strana nivîsî her tim dibêje.

Êrîşên hêzên dewletê yên 81 rojin li hemberî navçeya Surê ya Amedê pêk tên berdewam dikin û li hemberî êrîşan berxwedana dîrokî jî didome. Zarokê bi navê Suleyman Parilti yê 5 salî yê ku li navçeya Surê dijî û ji berxwedana Surê bi bandor bûyî ji stranên li ser televîzyonê guhdar kirî li ser berxwedana Surê strana nivîsî her tim vedibêje. Suleyman û malbata xwe ji roja êrîşan destpê kir heya niha li taxa Alîpaşa man û ligel hemû êrîşan mala xwe terk nekirin.

Dayîka Suleyman Sebiha Parilti diyar kir ku zarokê wê strana li ser Surê nivîsî her tim dibêje û serê sibê heya êvarî her tim wê stranê dubare dike û wisa radikeve. Parilti anî ziman ku jiyana xwe di bin dengê tang û topan de didomînin lê mala xwe terk nakin.

Strana Suleyman her tim dubara dike wisa ye:

"Amed ê xweş Amed ê 

Em Sûr'a xwe bernadın 

Sur şîrîn e û pir delal e

Amed e xweş Amed e 

Em Sûr'a xwe bernadın 

Şîrîn û delal e Sûr a me 

Sûr şîrîna ber dilême ye 

Amedê xweş Amedê 

Em Sûr'a xwe bernadin

(ft)


Bêjeyên Miftehî