1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ''Ez ji mirinê natirsim, ez pêşmerga azadiyê me''
''Ez ji mirinê natirsim, ez pêşmerga azadiyê me'',ez,ji,mirinê,natirsim,ez,pêşmerga,azadiyê,me

''Ez ji mirinê natirsim, ez pêşmerga azadiyê me''

Raporek derbarê rewşa girtiya siyasiya kurd a ber îdamê, Zeyneb Celaliyanê

A+ A-

Werger û amadekar: Dêrsim Oremar

Zeyneb Celaliyan, dema ku bi wê lehceya şirîna kurdî ya xwe diaxive, dilê we dixawze bi saetan li cem wê danîşin, îzaha îşkenceyên wê dilê her mirovekî diêşîne. Dem behsa lêdanên qamçiyan li ser laşê xwe dike. Dema şiroveya wê dike ku çawa lêpirserên zilam ew weke topeke fotbulê pas dane hevdu û lêxistine.

Dema behsa tîrikên hesinî dike ku li ser serê wê de hatine xwarê û hêj şûna kûra şikestinê li ser serê wê, xwe nîşan dide. Dema behsa tehdîda tecawuz kirina cinsî li ser xwe dike.

Lê tevî wan hemûyan, werbêjî Zeyneb Celaliyan efsaneyeke serdema meye, lêv li ser lêvê venekir, li dijî xwe û hevalên xwe ku meimuran îtirafa derew dixwestin û Zeyneb hevalê wê nebû.

Wê hertim gotiye ku bi PJAK ê re peywendiya wê hebûye, lê karê rêxistinî kiriye û tucarî di beşa eskerî de tu çalakî nebûne.

Zeyneb, zaroka malbateke mehrûm ji Kurdistanê ye ku ji zaroktiyê bi tama ferqûcudatiyê re nasiyare, di şanzde (16) saliyê de li çiyayên Kurdistanê hevalên PJAK'ê nas dike. Zeyneb dibêje: '' bi caran hevalên min hişyarî dan min ku nabe wegerim Îranê, ji ber ku ezê bême naskirin û binçavkirin. Lê ez difikirîm ku min karek nekiriye ku jê bitirsim. Min nedikarî malbata xwe û Kurdistanê nebînim.

Wegeriyam û hatim binçav kirin. Ew dema binçavkirina xwe wiha vedibêje: '' ji min re gotin ku hatime nas kirin, çend roj bûn ku her hevdîtina ku min rêkdixist, gelek pasdar ji bo binçav kirina min li ser hazir dibûn, lê hercarê bi awayekî nehatim binçav kirin. Ez li derveyî Kirmanşanê bûm û hemû hevalan digotin nabe vegerî Kirmanşanê, lê min dixwest malbata xwe bibînim. Li otobusê suwar bûm û ber bi Kirmanşanê bi rê ketim, di rê de pêşiya otobusê girtin. Bi dehan meimûrên çekdar ketine nav otobusê û ez dest girtî birime derê. Yekemîn tiştê ku gotin ev bû ku canteyê min ji min dûr bikin û li min bigerin. Li sîlah digeriyan, yan bombeyekî tiştekî, lê tu tişt peyda nekirin. Çimkî ez tucarî çekdar nebûm.''

Binçav kirin û hukim:

Di sala 2009' an de bi sûçê muharibê û hevkariya bi PJAK'ê re hukmê îdamê dane Zeyneb Celaliyanê. Wê ku du sal di girtîgehê de derbas kiribûn, di dadgeha yekemîn de ev sûç qebûl nekir, lê bi caran gotiye ku bi PJAK'ê re tenê di warê rêxistinî de peywendî wê hebûye û di tu çalakiyên çekdarî de başdar nebûye.

Celaliyan a 29 salî, piştî binçavkirinê, çar mehan di hucreya takeksî ya ragirtgeha İtilaatê de maye. Di vê heyamê de ji bo ku îtirafê bike bi dijwarî hatiye îşkence kirin, bi awayekî ku ji serê xwe bi giranî birîndar bûye û piştî çend rojan meimûrên İtilaatê bi neçarî ew birine nexweşxaneyeke Kirmanşanê. Di vê heynê de Zeynebê bi hawar û qêrînên xwe di nexweşxaneyê de xelik û berpirsên nexweşxaneyê ji îşkenceyên ku li ser wê pêk hatine agahdar kirine. Piştî wê bûyerê meimûrên İtilaatê ev cuda ji nexweşên din ragirtine.

Celaliyan di dema hizûra xwe di ragirtgeha İtilaatê de, rastî lêdanên dijwar hat û di çendîn caran de, hukmê lêdana qamçiyan li ser vê pêkhat. Lêdana kabil li binê piyan, lêpirsîna bi çavbend, kelepçe û qeydan di halekî de ku dest û piyên wê bihev re hatibûn zincîr kirin, ji cureyên îşkenceyên ku li ser wê pek hatineye. Tê gotin ku di yek ji lêpirsînan de, di halekî de ku lêpirser wê bi tecawuza cinsî tehdîd dike, li hember berxwedana wê, bi tîrikên hesinî li serê wê dixe, ku dibe sedema xwîn berbûn û ji xwe çûna wê. Tevî hemû îşkenceyan, Celaliyanê hertim hevkariya çekdarî bi PJAK'ê re red dike.

Lê di celeseya dadgehê de bi sûçê peywendiya bi PJAK'ê re hukmê îdamê ji bo wê birîn. Ev di îzaha îşkenceyên xwe de dibêje: '' dema bi qamçiyan li binê piyên min dixistin, ez di haletê bêhişiyê de biribûm hucreyê. Li wê jî ez neçar krim ku bi piyên birîndar dirêjiya salonê bimeşim û piştre cardin dest bi lêdanê dikrin.''

Zeyneb Celaliyan di halekî de ku hukmê xwe wergirtiye û li benda pêdaçûna dosiyeya xwe ji aliyê Dîwana blinda welat e, di hilbijartinên serok komariya sala 2009'an de bi qasî sê (3) mehan bo hucreya takekesî hate veguhastin, wê ku bo derbirîna nerazîtiya xwe ji bo veguhestina wê ya bê sedema bo hucreya takekesiyê dest avêtibû rojiya mirinê, piştî xirab bûna rewşa fîzîkiya wê, cardin ev şandin benda giştiya girtîgeha Kirmanşanê.

Di dema veguhestina wê bo hucreya takekesî û bêxeberiya ji rewşa wê, gelekan guman dikir ku ew çalakvana siyasiya kurd, ji bo cîbicîh kirina hukmê îdamê bo hucreyê hatiye veguhestin.

Ew piştre di meha isfenda 2009'an de ji girtîgeha Kirmanşanê bo benda 209'a girtîgeha Êvînê hat veguhastin. Zeyneb Celaliyanê jî ku sedema wê veguhastina xwe nedizanî bi caran derbarê rewşa xwe de nerazîbûn nîşan da û ragirtina xwe di girtîgehê de li gor bi dawî bûna lêpirsînan û îlan kirina hukim, narewa zanî.

Celaliyan di dema hizûra xwe ya di benda 209'ê de bi caran ji aliyê lêpirseran di derbarê hevdîtina televîziyonî de rastî guşar û zextê hat. Meimûrên İtilaatê soz dabûn wê ku eger hevdîtina televîziyonî qebûl bike hukmê îdama wê betal dikin. Ev guşar bi taybet piştî cîbicîh kirina hukmê îdama pênc çalakên siyasiyên kurd (Ferzad Kemanger û hevalên wî) zêdetir bû. Tevî vê jî Celaliyanê di dema lêpirsînê de gotibû : '' Ez ji bo mirinê hazirim û ji dardekrinê natirsim.''

Celaliyan piştî pênc (5) meh mayîna li benda 209'ê û piştî hevdîtina bi dadsitanê Tehranê bo girtîgeha Kirmanşanê hate veguhestin. Ceiferiyê Dewlet Abadî, dadsitanê Tehranê di hevdîtina bi Celaliyanê re îlan kiribû ku hukmê dardekirina wê di dîwana bilinda welat de erê bûye. Tevî vê jî doxtor Mihemed Şerîf, parêzerê vê dosyeyê ji erê bûna hukim bêxeberiya xwe nîşan da. Wî got: '' Heya niha hukmek negihaye min.''

Celaliyan piştî veguhastina bo girtîgeha Kirmanşanê ji mededkarekî girtîgehê dibihîze ku hukmê wê yê îdamê ji aliyê dîwana bilinda welat hatiye ladan. Lê piştre bi dîvçûnên wê derdikeve ku ev nûçe derewe.

Doxtor Mihemed Şerîf, parêzerê Zeyneb Celaliyanê jî ji encama lêpirsîna dubareya dosiya Celaliyanê bê agahiya wxe nîşan da. Li gor gotinên parêzer, lêpirsînên wî heya niha bê encam mane û heya niha ji hebûna hukmekî ew agahdar nekirine. Di halekî de ku di çend mehên bihurî de cîbicîh kirina hukmê îdamê bo girtiyên siyasî zêde bûye, niha egera dardekirina girtiyên din yên siyasî zêdetire.

Şirîn Elemhulî, kiçeke din a kurd bû ku bi qasî du salan li jêr hukmê îdamê di girtîgehê de derbas kirin û sala bihurî di girtîgeha Êvînê de hate dardekrin. Ew di halekî de bû ku daxwaza efûya wê di komisiyuna efûya hêza Qezawetê de bê bersiv mabû. Û lêpirserên dosiyê jî bi caran soz dabûn wê ku hukmê dardekirinê red dibe.

Şirîn Elemhulî di rewşekî de hate dardekirin ku hê hukmê wê di dîwana bilinda welat de bi temamî nehatibû erê kirin û ew bi qasî du salan li benda hukmê xwe yê dawî ji aliyê dadgehê di girtîgehê de ma.

Zeyneb Celaliyan ku ji hevalên serdema zaroktiya Şirîn Elemhuliyê bû, rojên piştî bihîstina xebera dardekirina hevala xwe gelek zehmet wesif dike. Ev di dema dardekirina Elemhuliyê di benda 209'a girtîgeha Êvînê de bû, bi rêya malbata xwe ji xebera dardekirna Elemhuliyê haydar dibe. Dema behsa Şirînê dike çavên wê dibiriqin û dibêje: '' Me gelek bîranîn bi hevre hebûn.'' Û ji dema ku Şirîn hatiye dardekirin, Zeynebê jî xwe bêhtir ji herdemê ji bo mirinê hazir kiriye. Û bi cesareta xwe ya bêhempa dibêje: '' Ez ji mirinê natirsim, ez pêş merga azdiyê me.''

Jêrnivîs: Teksta jor ji aliyê hevbendeka berê ya Zeyneb Celaliyanê hatiye nivîsandin, jiş aliyê komiteya rageyêndkarên mafê mirovan tenzîm û weke raporekî hatiye belav kirin.