1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. F.G’yê tecawiza li Pozantiyê vegot hat girtin
F.G’yê tecawiza li Pozantiyê vegot hat girtin,f,g,yê,tecawiza,li,pozantiyê,vegot,hat,girtin

F.G’yê tecawiza li Pozantiyê vegot hat girtin

Zarokê bi navê F.G. yê ku tecawiz û îşkenceya di girtîgeha Pozantiyê de ji rojnameya Tafarê re vegot duh hate binçavkirin, îro jî li dadgehê hate girtin.

A+ A-

Zarokê bi navê F.G. yê ku tecawiz û îşkenceya di girtîgeha Pozantiyê de ji rojnameya Tafarê re vegot duh hate binçavkirin, îro jî li dadgehê hate girtin. Sedema girtina F.G. “beşdarûna xwepêşandana korsan” e.

Zarokê bi navê F.G., beriya niha di sala 2009 de hate girtin, pêşî di girtîgeha Kurkçuler de û piştre jî di girtîgeha Pozantiyê de ma. F.G. yek ji wan kesên ku di aşkerekirina skandalên li vê girtîgehê de rol leyîstîbû. F.G. duh, li dencama serdegirtinên malan a li navçeya Seyhana Edeyê de hate binçavkirin û îro hate girtin.

ANF NEWS AGENCY