1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. FARC: Hewldanên provokatîf ên artêşê dewam dikin
FARC: Hewldanên provokatîf ên artêşê dewam dikin,farc,hewldanên,provokatîf,ên,artêşê,dewam,dikin

FARC: Hewldanên provokatîf ên artêşê dewam dikin

Li Kolombiyayê, piştî qebûlkirina peymana aştiyê, gerîlayên FARC'ê li cihê hatiye diyarkirin, kom dibin. Lê belê hat ragihandin, ku hewldanên tacîzê yên hin yekîneyên artêşê dewam dikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF FARC'ê nerazîbûneke tund nîşanî zexta 'rev û xiyanetê' ya li ser gerîlayan tê ferzkirin, da.

Li ser navê Lîderê Hêzên Şoreşger ên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) Rodrîgo Londondo (Tîmoşenko-Tîmoleon Jîmenez) daxuyaniyek hate dayîn û hat ragihandin, komek ji endamên artêşê roja Sêşemê ketine herêma gerîla lê ne. Di daxuyaniyê de hate gotin, 9 endamên artêşê ketine herêma kombûnê ya li Vîsta Hermosa û xwestine gerîlayekî bigirin û hat destnîşankirin, yekîneya gerîla ya li herêmê dest li leşkerên ku li nêzî wan bû, wernedane.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, gerîla li gorî agirbesta du alî ya di 29'ê Tebaxê de hatiye îlankirin tevgeriya ne, bi qasî 2 saetan ev leşker şopandine, dest li leşkeran wernedane û bi vî rengî 'daxwaza xwe ya ji bo aştiyê' ji nû ve piştrast kirine.

FARC'ê bal kişand ser hebûna hêzên dijberên aştiyê yên li nava artêşa Kolombiyayê û da zanîn, gerîla heqaret û tacîzê qebûl nake. FARC'ê diyar kir, ev hewldana artêşê ji bo vegerandina ji peymana aştiyê li dijî gerîla hatiye kirin û hişyarî da, ku bi vê kampanyayê re tê xwestin gerîla bên revandin û xiyanet li ser wan tê ferzkirin.

Tevî agirbesta ku ji 29'ê Tebaxê û vir ve di meriyetê de ye, di 22'ê Mijdarê de jî provokasyoneke bi heman rengî rû da bû û lis er gerîlayên hatin cihekî kombûnê, balafira leşkerî firiya bû. Lê belê gerîla li pêşberî vê provokasyonê bi baldarî tevgeriya bûn û neketibûn şer.

Li gorî peymana aştiyê, ku di meha Mijdarê de li Parlamenta Kolombiyayê hate qebûlkirin û kete meriyetê, gerîla wê di destpêkê de li hin cihan kom bibin. Bi hezaran gerîla wê bi giştî li 27 cihan kom bibin û piştre di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de qonax bi qonax çekên xwe deynin.