1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Farid Farjad 14'ê Cotmehê li Amedê ye
Farid Farjad 14'ê Cotmehê li Amedê ye,farid,farjad,14,ê,cotmehê,li,amedê,ye

Farid Farjad 14'ê Cotmehê li Amedê ye

A+ A-

Amed, bi konser, mîhrîcan û tevgerbûyina bernameyên çandî li Rojhelata Navîn bûye weke paytexta hûnerê. Dê di 14'ê cotmehê de jî virtuozê kemanê Farid Farjad li paytextê hûnerê Amed bibe mêvan.

Hunermend Farid Farjad ku wekî ''Yê ku kemanê dide girînê" tê binavkirin, dê di 14'ê cotmehê bê Amedê û konserê bide. Farjad, cara yekemîn di 27'ê adarê ya 2010'an de hatibû Amedê û Amedîyan eleqeyeke mezin nîşan dabûn. Farjad, di 14'ê Cotmehê de ji nûve tê Amedê û dê li Zaningeha Dîcleyê Navenda Kongreyê konsereke mezin bide Amediyan. Hemwelatiyên ku bixwazin tevlî konsera Farid Farjad bibin dikarin ji "Kahve Diyarı (Ninova Park), Eczaxaneya Mezopotamya (Vîlayet), "Tîgrîs Cafe" (Kûçeya Hûnerê) û Mega Center AVM'ê biletên xwe bigrin.

Farîd Farjad kîye?

Farîd Farjad, di sala 1938'an de li Tahranê ji dayik bû. Di sala 1979'an de ji ber 'şoreş' a Îslamî ya Îranê ji welatê xwe dertê û çû Kalîforniyayê. Farjad di 8 saliya xwe de dest bi kemanê kir. Farjad, tenê bi keman û pîyanoyê albûmeke çapkir û di albûma "Anroozha" (Ew Roj) çapkir. Farjad, di vê albûmê de 'êşên xwezayê" qelibandîye notayê û bi degê kemanê vedibêje. Hûnermend Farîd Farjad, hê jî li Los Angeles'ê dijî. DÎHA (by/mae)