1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Farqînî: axaftina kurdî kêm bûye
Farqînî: axaftina kurdî kêm bûye,farqînî,axaftina,kurdî,kêm,bûye

Farqînî: axaftina kurdî kêm bûye

A+ A-

ABDULLAH BÎLEN Pisporê Zimanê Kurdî (zaravayê kurmancî) Zana Farqînî ku demek dirêj e xebatên bê hempa ji bo zimanê Kurdî dimeşîne û ferhenga mezin a Kurdî amade kir, der barê rewşa dawî ya Kurdî de got; “Erê rast e, li gorî berê jimara kesên kurdî dixwînin û dinivîsin zêde bûye, lê belê jimara kesên bi Kurdî diaxivin jî kêm dibe.” Farqînî gumanên xwe yên der barê xeteriyên li ser Kurdî de jî vegot û diyar kir ku ger kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, wê di vê sedsalê de tune bibe.

Pisporê zaravayê Kurmancî yê Kurdî Zana Farqînî gumanên xwe yên der barê xeteriyên li zimanê Kurdî bi ANF’ê re parve kir. Farqînî destnîşan kir ku ger ev ziman di vê sedsalê de nebe zimanê perwerdeyê, wê ev ziman bi xeteriya mirinê rû bi rû bimîne û bang hestyarî û hesasiyetê li siyasetmedarên Kurd jî kir.

‘ENDÎŞEYÊN ME HENE’

Farqînî got; “Carna tê pirsîn ka asîmlasyon heye, tune, zimanê kurdî pêş dikeve, paş dikeve, çawa ye. Ez gihiştim formûmelek wiha: Erê rast e, li gorî berê jimara kesên kurdî dixwînin û dinivîsin zêde bûye, lê belê jimara kesên bi Kurdî diaxivin jî kêm dibe. Çima? Nîşana vê yekê zarok in” û wiha domand; “Ger ku dema zarok nû çê dibin, ev nifşa nû bi vî zimanî ranebe, bi vî zimanî mezin nebe, bi zimanê Tirkî bipeyîvin. Baş e ger em zimanê ku dayîk û bavên me spartine me, nespêrin zarokên xwe û ew jî nespêrin zarokên xwe, gelo dahatûya vî zimanî wê çawa be? Ji ber vê endîşeyên me hene.”

‘BI TENÊ NAVDANÎN SER ZAROKAN ZIMAN RIZGAR NABE’

Farqînî diyar kir ku divê em zêdetir meseley xwendin, nivîsandin û axaftin bi Kurdî de hesas bin û wiha axivî; “Divê em ji berê zêdetir, di meseleya xwendin, nivîsandin û axaftina bi Kurdî de hesastir bin. Divê em bi awayeke cidî nêz bibin, li kêmasiyên xwe binêrin. Bi tenên navdanîna li ser zarokan em nikarin vî zimanî rizgar bikin. Ji ber ku ziman bingeha çandê ye. Çand rihîyetê ava dike. Ger ev rihiyet tune be, yekitî jî çênabe.”

OTO-ASÎMLASYON

Farqînî bal kişand ser xeterî û metirsiyên ku Zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê pêre rû bi rû mane û got; “Erê rast e, astengî i pêşiya karanîna vî zimanî hene. Ger ev ziman di vê sedsalê de nebe zimanê perwerdeyê, wê ev ziman bi xeteriya mirinê rû bi rû bimîne. Divê em di warê oto-asîmlasyonê de bi awayeke cidî li ber xwe bidin. Divê em hemû danûstandinên xwe bi Kurdî bikin. “

‘DIVÊ HER MALEK DIBISTANA KURDÎ BE’

Farqînî diyar kir divê her malekê dibistanê vî zimanî be û wiha domand; “ Ger zimanê biyanî bikeve hindûrê malê, êdî asîmlasyon ji sedî sed e, êdî mirov nikare jê bifilite. Divê em nehewînin nava mala xwe. Divê em di nava mala xwe de zimanê xwe biparêzin. Ji bo em bikaribin rê bi asîmlasyonê bigire. Yanî divê em bi kurdî bixwînin, binivîsin û bipeyvîn. Divê em bi Kurdî bijîn. Divê em bi vî zimanî danûstandinê bikin. Ger tu bi wî zimanî danûstandinê nekî, ziman ne tenê winda dibe, dîrok, çand, folklor û mûzîk winda dibin. “

ROLA SIYASETMEDARAN

Farqînî bal kişand ser rol û girîngiya siyasetmedaran a ji bo zimanê Kurdî jî û got; “Dema mirov bi awayeke sosyolojîk li vê meseleyê binêre, zarok çav berdide mezinên xwe. Mezin ji bo zarokan model in. Mezin çawa tevbigere, zarok jî li gorî wê tevdigere.” Farqînî wiha axivî; “Loma min behsa otoasîmlasyonê kir. Divê em ji xwe dest pê bikin û nebin sedema asîmlasyonê. Gava ku em dibêjin asîmlasyon heye, em nikarin zimanê xwe fêr bibin, lê divê ev cidiyet di pratîkê de hebe, divê bi bîr û bawer bin. Her wiha divê siyasetmedar bibin pêşengên vê yekê.”

Farqînî wiha bang li siyasetmedarên Kurd kir; “Divê kesên ku ji doza vî gelî re pêşengiyê dikin, bi vî zimanî, bi zimanê vî gelî danûstandinan bi gel re deyne. Ger nezane jî divê fêr bibe û pêş bixe. Divê tenê ew daxwazî hebe. Gelek kes hene dibêjin em nizanin, lê ne ku dizanin, tirkiya wan ji kurdiya wan baştir e, lê ji bo pêşxistina Kurdiya xwe tu hewldan nakin. Divê ew jî xwe hinek biwestînin.”

ANF NEWS AGENCY