1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Faşîzma AKP'ê di hilweşandinê de sînoran nas nake
Faşîzma AKP'ê di hilweşandinê de sînoran nas nake,faşîzma,akp,ê,di,hilweşandinê,de,sînoran,nas,nake

Faşîzma AKP'ê di hilweşandinê de sînoran nas nake

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Esnafên kurd ên li navçeya Osmangazî ya Bursayê, bertek nîşanî hilweşandina dikanan da û dema xwestin daxuyaniyê bidin, bi êrîşa polîs û zabitayê re rû bi rû man. Di êrîşê de 3 esnaf hatin binçavkirin.

Dikanên esnafên kurd ên li herêma Bazara Soydaşê ya li navçeya Osmangaziya Bursayê (Bazara Muhacira) ji hêla şardariyê ve piştî biryara îstimlaqê, beyî ku dem bê dayîn ji hêla şaredariyê ve dest bi hilweşandinê hat kirin, esnafên ku bertek nîşanê hilweşandinê dan, polîs û zabitayan êrîşê esnafan kir. 500 esnafen ku li hev civiya, bi dirûşmên wekî "Destên ku dirêjî esnafan bibe bila bişkê" berz kirin û ber bi Şaredariya Osmangaziyê ya AKP'î ve meşiyan.

3 esnaf hatin binçavkirin

Esnafên xwestin bi Şaredar Osmangaziyê Mustafa Dundar re hevdîtinê pêk bînin û xwestin ji bariyeran derbas bin, polîs û zabitayan êrîşê welatiyan kir û 3 esnaf hatin binçavkirin. Li ser êrîşa polîs û zabitayan, esnaf meşiyan avahiya AKP'ê ya bajêr. Eslafên li ber avahiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin, piştî Şaredar Dundar soza hevdîtinê da esnafan, welatî belav bûn.

Esnafên ku bertek nîşanî hilweşandina dikanan dan ev tişt gotin: "Hûn çima vê yekî li me dikin? Dema we deng dixwest hûn hebûn, niha hûn çima tune ne?."

(ms)