1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Federasyon dê ji bo Rojhilata Navîn bibe model'
'Federasyon dê ji bo Rojhilata Navîn bibe model',federasyon,dê,ji,bo,rojhilata,navîn,bibe,model

'Federasyon dê ji bo Rojhilata Navîn bibe model'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hevparên KCD'ê têkîldarî federaliya demokratîk a Rojava hate îlankirin nirxandin kirin û anî ziman ku federasyona ku hatiye îlankirin ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê bibe mînak.

Piştevaniya ji bo îlankirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê her diçe zêdetir dibe. Delegeyên ku beşdarî Yekemîn Kongreya Awarte ya KCD'ê bûn jî piştgirî dan federasyonê. Hevparên KCD'ê diyar kirin ku federasyona hatiye îlankirin ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn gavekî mînak e.

'Dê ji bo Rojhilata Navîn bibe mînak'

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Hatîce Sevîktek diyar kir ku li Rojava ruhê berxwedanê bûye yek û veguheriye şoreyê di encama vê yekê de jî federasyona ku hemû gelan digire hundirê xwe hatiye îlankirin. Sevîktek xwest ku federasyon jibo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe mînak û baweriya wê ew e ku dê ji bo Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn pêşengiyê bike.

'Dê xizmetê mirovahiyê bike'

Endamê Komîsyona Baweriyan a KCD'ê Gafur Turkay jî da zanîn ku li Rojava tenê kurd najîn û gelek gel dijîn. Turkay bilêv kir ku federasyona ku hatiye îlankirin ji bo hemû gelan dê bibe zemîn û xizmetî morvahiyê bike. Turkay xwest ku federasyon ji bo gelên Rojhilata Navîn azadî û şatiyê bîne, li Tirkiyeyê jî derûdorên ku federasyonê qebûl nakin dê pêşerojê de vê yekê qebûl bikin.

'Tirkiye wekî xetere dît'

Rêveberê EMEP'ê ya Rêxistina Kurdistanê Yusuf Karataş jî diyar kir ku înşakirina xweseriya li Rojava ji bo bihevre jiyana gelan, diyarkirina pêşeroja xwe ji aliyê Tirkiyeyê û hêzên Rojhilata Navîn vê wekî xetere hate dîtin.

'Gavekî rê nîşan dide ye'

Karataaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em federasyonê ji bo pêşeroja Sûriyeyê di warê diyarkirina îradeya xwe de wekî gavekî girîng dibînin. Û gelek girîngiyê didin. Tenê ne ji bo pêşeroja Sûreyê ji bo diyarkirina îradeya xwe ya gelan rêgelekî esasî ye. Divê piştgirî bê dayîn. Ji bo diyarkirina pêşeroja gelak gavekî rê nîşan dide ye."

'Tirkiye mehkumî têkçûnê ye'

Karataş bal kişand li ser daxuyaniyên Tirkiyeyê yên ku federasyonê hedef digire jî anî ziman ku ev yek ji polîtîkayên Tirkiyeyê ya li ser Rojava cudatir nîne. Karataş got ku Tirkiye hewl dide van pêşketininan asteng bike " ev tişt got: "Lê ev jî rastiyek e ku nikare vê rewşê berovajî bike. Ev nêzîkatitiya Tirkiyeyê tê winda bike. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li er Rojava mehkumî têkçûnê ye."

Ji bo gelan gavekî girîng e

Serokê ESP'ê yê Amedê Ramazan Karakaya jî diyar kir ku di encama têkoşîna ku Rojava daye de federasyon hatiye îlankirin û îlankirina vî federasyonê gavekî gelekî girîng e, ji bo îradeya hemû gelan modelekî mînak e.

Karakaya bilêv kir kudivê dewlet li hemberî vê yekê rêzê nîşan bidin.

(sa)