1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. FEQ a Li Ber Hikûmeta Herêmê
FEQ a Li Ber Hikûmeta Herêmê,feq,a,li,ber,hikûmeta,herêmê

FEQ a Li Ber Hikûmeta Herêmê

Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal di pêvajoyeke wisa re derbas dibe ku helwesta wê qedera hemû zarokên siberoj ê Kurdistanê têkildar dike.

A+ A-

Rewşa ku Herêma Kurdistana Federal tê de ye pir krîtîk e. Hikûmet hem xwe bi tenê dibîne, hem jî di warê feq ên li pêşiya hikûmetê de diduliyan dijî. Serê hikûmeta kurd ne pir zelal e. Ji ber vê fersendê, hin kom û hêz di nav xebat û tevgeran de ne ku ji diduliya hikûmetê sûdê wergirin. Feq a li ber Hikûmeta Herêmê dikare qedera gelê kurd careke din ji siberojeke xerab re bihêle.

Hikûmeta Kurd di çendek mehên dawî ji feqeke girîng rizgar bû. "Bihara Ereban" ku wekî lîstikeke navnetewî tê lîstin, berî niha bi çend mehan li Herêma Kurdistana federal jî derket ser dikê. Gelê hêrêmê her çiqasî di warê daxwazên xwe de mafdar be jî, daxwazên ku bi riya muxatebekî siyasî, tevgereke siyasî û îdeolojîk neyên holê, tu encam û sûdeya bi dilê gel wernagire. Serhildanên ku ji Silêmanî dest pê kirin jî bi vî rengî bû. Helwesta hikûmetê ya destpêkê şaş bû. Me di Amîda Kurd de der barê şaşiyên wê demê de nivîsîn û nirxandinên Amîda li herêmê deng vedan. Daxuyaniya ku pêşî hate dayin roja piştre di demildest de hate serastkirin.

Li Misir, Lîbya û îro jî li Sûriyeyê hikûmet çiqas gavan bavêje jî serhildan ranawestin. Tişta ku serhildanan radiwestîne ne gavên hikûmetê ye. Li Silêmanî jî tişta ku plana navnetewî rawestand tirsa jı PKK'ê bû. PKK têkildarî wê pêvajoyê nebûya îro dê Serokê Herêma Kurdistana Federal kesekî din bûya.

Îro jî feqeke cuda li ber hikûmeta herêmê hatiye vedan. Ev feq cuda ye. Bi qasî çar rojan e Serokê Herêma Kurdistana Federal û Hikûmeta Herêmê ji alî hin kom û tevgeran ve bi awayekî balkêş tên "hişyarkirin". Li gor van komikan PKK bandorê li ser herêmê dike û dibe sedema sempatiya gel. Ev kom pêşniyaz dikin ku hikûmet bi lez pêşiya Mertalên Zindî bigire û nehêle xwepêşandan li herêmê pêk bên. Li gor ramana van koman ev çalakî dê têkiliyê hikûmetê digel Tirkiye, Êran, û Iraqê xira bikin û bibin sedema êrîşên rêxistinên terorîst.

Serê hikûmetê di vî warî te têkilhev e. Hikûmet ditirse ku pêşiyê li ber Mertalên Zindî û xwepêşandanan bigire û piştre Tirkiye û Êran êrîşeke wisa bikin ku hikûmet êdî nikaribe vegere sêla berê. Di rewşeke wiha de dê gel jî li hember êrîşên pêkhatî Hikûmeta Kurdistanê tawanbar bike. Ev yek dê rewşa plana navnetewî vegerîne sêra serî ya dema xwepêşandanên Silêmanî yên berî niha bi çend mehan.

Hin kom, ku endamên wan ji Bakura Kurdistanê jî hene û wekî siyasetmedar jî tên naskirin, digel şirîk û hevkarên xwe yên siyasî û aborî yên li Herêma Federal, hewl didin ku bandorekê li ser Hikûmeta Herêmê ava bikin, da ku hikûmet pêşiya gel bibire û PKK'ê bi tenê bihêle li hember êrîşên heyî û yên siberojê.

Ev kesên ku di warê aborî de digel şirîkên kurd ên ji herêmê xwedî şirîkên tirk ên leşkerên malnişîn in jî. Di qada navnetewî de jî têkiliyên wan ên heyî bandoreke mezin li ser helwesta wan a siyasî dike û wan ji berjewendiyên netewî ên burjûvaziya kurd jî dûr dixe. Ew wekî burjûvaziyên xayin ên kurd tevdigerin.

Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal ku bi qasî deh salan e birînên salên 1990'î derman dike û bîranînên wê demê binax dike, li her çar parçeyên Kurdistanê bûye xwedî îtibareke netewî. Li çar parçeyên Kurdistanê êdî gelê kurd ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêviyên gelekî mezin dikin.

Hin rewş hene ku xalên netewî ne, bingehîn in û helwesta mirov a wê demê ne li gor berjewendiyên tu kesî ne. Mînak di mijara Kerkûkê de partiyeke kurd çiqasî helwestek wekî ya Barzanî nîşan bide jî sûde û fêdeya vê yekê ewqasî ji wê partiyê re heye, ji ber ku mijareke netewî ye. Serokê Herêma Kurdistana Federal îro di rewşeke wiha de ye ku dikare bi helwesta xwe ji çar parçeyên Kurdistanê destekeke mezin a netewî bigire. Rewşên alozî û tevliheviyan ji bo serokan derfet û fersendên bi vî rengî derdixin holê.

Serokê Herêmê birêz Barzanî divê di vê demê de Konferansa Netewî bicivîne, ji wê konferansê muxatabiyekê derxe holê û ji hemû cîhanê re ragihîne ku kurd ne şerxwaz in û heke Tirkiye dest ji helwesta xwe berde kurd amade ne çekdaran ji nav Tirkiyeyê bi dûr bixin.

Serokê Herêmê her wisa ji ber êrîşên Tirkiye û Êranê divê pêşiyê li Mertalên Zindî veke û moralê bide wan da ku dar û ber û xaka Kurdistanê bi tevahî ji êrîşan biparêzin. Hem jî bi awayê herî aştiyane.

Heke kurd vê pêvajoyê bi awayekî rast û durust pêk ve nemeşînin, di demên pêş de em ê bibînin ku Tirkiye sînorê axa xwe gelekî firehtir kiriye û bi dewlemendiya xwe ya sererd û binerd êdî lîderê herêma Rojhilata Navîn e.


Bêjeyên Miftehî