1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ferhad Dêrik: Sîstema Federal bersiva dagirkeriyê ye
Ferhad Dêrik: Sîstema Federal bersiva dagirkeriyê ye,ferhad,dêrik,sîstema,federal,bersiva,dagirkeriyê,ye

Ferhad Dêrik: Sîstema Federal bersiva dagirkeriyê ye

A+ A-

DICLE EHMED

KOBANÊ- Endamê Komîteya Xebatên Civakî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk li Rojava-Bakurê Sûriyeyê Ferhad Dêrik da zanîn ku dê Sîstema Federal bersiva dagirkeriyê bide û planên Tirkiyê têk bibe.

Endamê Komîteya Xebatên Civakî ya Melcîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Ferhad Dêrik diyar kir ku Tirkiyê di çarçoveya hewldanên derbekirina projeya Federaliytê û dagirkirina Bakurê Sûriyeyê de,êrîşî herêmê dike.

Ferhad Dêrik da zanîn ku xurtbûna êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên Şehbayê, Minbicê û Efrînê dide nîşandan ku Tirkiyê naxwaze gelê herêmê di nav ewlehî û aramiyê de bijî. Her wiha destnîşan kir ku di van êrîşan de, bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Dêrik diyar kir ku dewleta Tirk projeya Federaliyê asteng dike û bi vê yekê, temenê aloziya Sûriyê dirêj dike û wiha axivî: ″Avakiriba navendeke leşkerî ya Tirkiyê li herêmên Şehbayê, gava yekem a dagirkirina tevahî herêmê ye.″

Dêrik got ku bi yekîtiya pêkhateyên herêmê Tirkiyê nagihêje armancên xwe û ev tişt anî ziman: ″Di demên dawî de, zarokên Minbicê, Şehbayê û Efrînê li hember dagirkeriya Tirk berxwedaneke bêhempa didin meşandin. Dê yektiya pêkhateyên herêmê hewldanên dagirkerê têk bibe. Vaye zarokên Rojava dibin xwedî hêzeke siyasî û leşkerî û li hember dagirkeriyê şer dikin.″

Endamê Komîteya Xebatên Civakî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk li Rojava-Bakurê Sûriyeyê Ferhad Dêrik di dawiya axaftina xwe de, da zanîn ku Sîstema Federal a ku hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di nav digirin, beriva herî guncaw a dagirkeriyê ye û dê planên Tirkiyê têk bibe.

(nse)

ANHA