Ferhat Dogru jiyana xwe ji dest da
A+
A-
AMED (DÎHA) - Ciwanê bi navê Ferhat Dogru yê ku duh bi guleya polîsên tîmên taybet birîndar bibû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Ferhat Dogru (18) yê ku duh li Taxa Hasirli ya navçeya Sûr a Amedê, di êrîşa polîsên tîmên taybet de hedef hatibû girtin û birîndar ketibû jiyana xwe ji dest da. Dogru, piştî ku birîndar ket ji ber gulebaran polîsan bi zorê ji taxê hatibû derxistin û ew biribûn nexweşxaneyê. Dogru ku ji duh ve ye tedawiya wî berdewam dikir, li gel hemû mudaxaleyan jî jiyana xwe ji dest da.
Piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê di encama êrîşên polîsan de hejmara kesên sivîl ku li Sêrt, Colemêrg û Amedê jiyana xwe ji dest dan bi Dogru re gihîşt 9 kesan.
(sy)
Bêjeyên Miftehî ferhat,dogru,jiyana,xwe,ji,dest,da
