1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. “ Ferhenga Biwêjan “ derket
“ Ferhenga Biwêjan “ derket,ferhenga,biwêjan,derket

“ Ferhenga Biwêjan “ derket

Berhema dawîn a nivîskarê kurd Dilawer Zeraq, bi navê " Ferhenga Biwêjan a mezin” , ji hêla Weşanên LÎS ve hate weşandin

A+ A-


“ Ferhenga Biwêjan “ derket


Dilawer Zeraq
 berhemeka hêja, a ku ked û xebata wî a 20 salan e, dîyarî zimanê kurdî kir. 

Hefteya pêşîya me weke ku tê zanîn hefteya zimanê daykê a nawnetewî ye û di vê hefteyê de yek ji weşanxaneyên kurdî Weşanên LÎS, lêkolîn-lêgerîneka berfireh, a ku ji hêla nivîskarê kurd Dilawer Zeraq ve hatîye amadekirin û ji sê cildan û ji zêdetirî 2000 rûpelan pêk tê, weşand. 

Lêkolîn bi navê " Ferhenga Biwêjan a mezin  – Büyük Deyimler Sözlüğü " hate çapkirin û hêjayî gotinê ye ku di nav xwe de 18000 biwêjên kurdî dihewîne. Cildên wê, ji beşên ji kurdî li tirkî, ji tirkî li kurdî û ya mezin jî, ji ravekirina wateya biwêjên kurdî dîsa bi zimanê kurdî pêk tên. 

Berhem, xweya ye ku dê valahîyeka mezin a pirtûkxaneya kurdî dagire, wê dewlemendîya zimanê kurdî rabixe li ber çavan û di pêşerojê de ji bo lêkolîner û zimanzanan wê bibe berhemeke bêhempa û gelek kêrhatî. 

DILAWER ZERAQ

Dilawer Zeraq, biwêjan wek " anarşîstên ziman " bi nav dike û li ser rûpela xwe a medyaya civakî de hestên xwe ên ji bo berhema xwe wiha dinvîse; 

" Keda bîst salan di behra çand û folklora Kurdan de bi kêfa dilê xwe avjenî kir..."



DANASÎNA CİLDÊN BERHEMÊ (kurdî û tirkî)

-- Deyimler Sözlüğü- Ferhenga Biwêjan, ji bo Kurdên ku zimanê xwe ji bîr kirine û dixwazin zimanê xwe î dayikê rast û baş hîn bibin û ji bo Tirkên ku dixwazin hînî Kurdî bibin hatiye amadekirin. Di ferhengê de, nêzikî 13 hezar biwêjên Tirkî digel berginda wan a Kurdî hatiye nivîsîn û ravekirin.

Deyimler Sözlüğü- Ferhenga Biwêjan, ana dilini unutmuş ve öğrenmek isteyen Kürtler ve Kürtçe’yi öğrenmek isteyen Türkler için hazırlanmış olan bir deyimler sözlüğü. Sözlükte yaklaşık 13 bin Türkçe deyimin Kürtçe karşılığı ya da açıklaması yer almaktadır.

****************

-- Ferhenga Biwêjan-Deyimler Sözlüğüji bo kesên ku bi Kurdî û Tirkî dizanin û di warê werger û axaftin û lêkolînên folkorîk û akademîk de dixwazin Kurdî û Tirkî bidin ber hev û ji bo kesên ku dixwazin bi awayekî beranberî her du zimanan hîn bibin wekî ferhengeke çavkaniyê hatiye amadekirin. Di ferhengê de, 18 hezar biwêjên Kurdî hene û berginda wan a bi Tirkî hatiye nivîsîn an jî hatiye ravekirin.

Ferhenga Biwêjan-Deyimler Sözlüğü, Kürtçe ve Türkçe bildiği halde çeviri, konuşma ve folklorik ve akademik araştırmalarda bu iki dili karşılatırma çalışması yapmak isteyen kişiler için bir kaynak sözlük olarak hazırlanmıştır.Sözlükte, 18 bin Kürtçe deyimin Türkçe karşılığı ya da açıklaması yer almaktadır.

******************

-- Ferhenga Biwêja a Mezin, ji bo kurdên ku dixwazin di her warî de bi awayekî durist biaxivin, binivîsin û hay ji mantiqa Kurdî hebin, hatiye amadekirin. Di ferhengê de 18 hezar biwêjên Kurdî hene. Biwêjên Kurdî ên di ferhengê de cî dane xwe, wekî Biwêjên Resen, Diayên Biwêjî, Nifirên Biwêjî, Lêkerên Hevdanî ên Biwêjî û Rengdêrên Biwêjî li hev hatine dabeşkirin. Her wiha, biwêjên tê de bi xalbendan hatine ravekirin û ji bo awayê bikaranîna biwêjan, herî kêm di xalbendekê de hevoka mînakîhatiye nivîsîn.

Ferhenga Biwêjan a Mezin, Kürtçe’yi her alanda iyi ve mantık kurallarına uygun olarak konuşmak ve kullanmak isteyen Kürtler için hazırlanmıştır. Sözlük 18 bin Kürtçe deyimden oluşmaktadır. Sözlükte bulunan deyimler, Özgün Deyimler, Dua ve Beddua formundaki deyimler, Sıfat durumundaki deyimler ve Bileşik Fiil formundaki deyimler biçiminde sınıflandırılmış ve açıklamalı örnekleriyle verilmiştir. 


Jêderk: mezopotamya.gen.tr


Bêjeyên Miftehî