1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Fermana li dijî Êzdiyan dibe film/Vîdyo
Fermana li dijî Êzdiyan dibe film/Vîdyo,fermana,li,dijî,êzdiyan,dibe,film,vîdyo

Fermana li dijî Êzdiyan dibe film/Vîdyo

A+ A-

MİHEMED ORHAN/ŞENGAL

https://www.youtube.com/watch?v=E9UiwPSY4ek Fermana 74an a li dijî kurdên Êzdî dibe film. Derhênerê filmê Biryar Kutî diyar kir ku ew naxwazin komkûjiya li dijî Êzdiyan wiha bi hêsanî derbas bibe û got: “Ji bo vê jî me biryar girt ku em filmekê bikişînin.” Hunermend Canê jî anî ziman ku ew dixwazin bi zimanê sînemayê komkûjiya li dijî Êzdiyan ji cîhanê re ragihînin.

Li Şengal û rojavayê Kurdistanê amadekariyên kêşana filma Fermana 74an a li dijî kurdên Êzdî didomin. Derhêner û senarîstê filmê Biryar Kutî û hunermend Canê ku di filmê de rolekî serekî dileyîze ji RojNewsê re axivîn.

Welatiyên Şengalê jî alîkariya me dikin

Derhêner Biryar Kutî derbarê naveroka filmê de wiha got: “Naveroka filma me li ser Fermana 74an a li dijî Êzdiyan pêkhatiye. Senarîst û derhêneriya filmê ez dikim. Gelek komkûjî hatine serê gelê me, lê me xwest em vê fermanê wisa bi rehetî bernedin. Fermanên hatine serê gelê me, heta niha nebûne film û di şanoyan de nehatine peşkêş kirin. Me jî biryar girt ku li gor derfetên xwe filmekê çekin. Naveroka wê jî li ser hatina DAIŞê û bi taybet dagirkirina Şengalê ye. Bi sedan kes di filmê de rol dileyîzin. Welatiyên Şengalê bi xwe jî bi me re dibin alîkar.”

Biryar Kutî

Biryar Kutî derbarê cihên ku film lê tê amadekirin de jî wiha got: “Me beşek li Rojava çêkir û me xwest em beşa din li Şengalê temam bikin. Ji ber rewşa Şengalê ne baş bû, me hinek beşên filmê li Rojava girtin. Niha jî hinek rewş baş bûye, em li Şengalê hin beşên filmê digirin.”

Film wê heta 2 saetan dirêj be

Derbarê dirêjiya filmê de jî Kutî wiha got: “Me despêkê xwest em kurte filmek 12 deqîqeyî çêkin. Hinek bûyerên giring hebûn, me xwest em li ser wan rawestin. Lê piştre komîteya amadekar diyar kir ku nabe dema filmê wisa kurt be û biryar hat dayîn ku dirêjiya filme saetek û nîv, heta bigihe 2 saetan jî.”

Derhêner Biryar Kutî bal kişand ser akterên ku di filmê de rol dileyîzin û ev tiş got: “Piraniya akterên di filmê de dileyîzin ji Rojava ne. Gelek ji wan di şano û filman de rol leyîstine. Hunermend Canê jî di filmê de rol dileyîze. Berî em dest bi amadekirina filmê bikin, em çûn Kampa Newroz û kampên li Şengalê, me guhdariya xelkê kir. Li ser bingehê çîrokên wan û tişta jiyan kirine, me senaryoyek li gor wê amade kir. Hêdî hêdî amadekariyên me ber bi dawiyê ve diçin.”

Me gelek zorî û zehmetî kişandin

Hunermend Canê jî derbarê film û amadekariyên wê de wiha got: “Bi salane li Rojava film nehatine kişandin. Ne teknîkek baş hebû û ne jî kesên di nav de rol bileyîzin. Min û Biryar me dibistanek vekir û me 3 mehan perwerde kirin. Piştî 3 mehan jî me di pratîkê de dest bi filmê kir. Me gelek zorî û zehmetî kişandin. Herwiha coxrafya jî ne destdayî bû û carna şer çêdibû. Gelek caran di dema kêşana dîmenan de, bombe li kêleka me diketin. Gelek caran ji ber şer, kesên rol dileyîstin ne dikarîn bi hêsanî bên di nava kar de cih bigirin.”

Hunermend Canê

Canê diyar kir ku wan sedî 50ê filma xwe li bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê kişandine û wiha pêdeçû: “Çend beşên giring man û me xwest em reng û coxrafyaya Şengalê bixin di nav de. Li vir jî şer heye û gelek caran dema em dîmenan digirin, dengê gûleyan tê bihîstin.”

Min bi cilên bûkaniyê ve dibin

Derbarê rolê xwe yê di filme de jî hunermend Canê wiha got: “Ez keçikekî Êzdî me. Roja ku daweta min çêbibe, DAIŞ êrişî Şengalê dikin. Kesên hatine şahiyê, hemûyan kom dikin û ligel xwe dibin. Min jî bi cilên bûkaniyê ve dibin. Piştre min li Mûsilê digirin û li wir emîrekê wan min dide emîrekî ji xwe mezintir. Ez ji destê wî direvim. Min ev yek li Şengalê kişand. Ez direvim şkefteke kûr û di nava du zinaran de. Dema me ev dîmen dikişandin, him balafiran li Şengalê didan û him jî hêzên kurdî li Şengalê didan. Me di dema kişandina filmê de jî şer û heman jiyan kişand.”

Hunermend Canê diyar kir ku di nava filma wan de xeyal tûne ne û hemû rastiye. Canê di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Em hêvîdarin em bi vê filmê zilm û zordariya hatî serê Êzdiyan, ji cîhanê re ragihînin. Ji bo carek din kurd rastî komkûjiyek bi vî awayî neyên. Em dixwazin vê yekê bi zimanê sînemayê pêşkêşî cîhanê bikin.”