1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Fermandar Egîd li Kurdistanê xeta gerîla afirand
Fermandar Egîd li Kurdistanê xeta gerîla afirand,fermandar,egîd,li,kurdistanê,xeta,gerîla,afirand

Fermandar Egîd li Kurdistanê xeta gerîla afirand

A+ A-

BEHDÎNAN - HELGÛRT BAGOK / JIYAN AMARGÎ Fermandarê pêşeng ê tevgera Kurd Mahsûm Korkmaz (Egîd) di salvegera 30. a şehadeta xwe de tê bîranîn. Heval û hogirê wî yek ji fermandarên HPG'ê Sadûn Sûrûç qala Egîd kir.

Sûrûç bal kişand ser Hefteya Lehengiyê (21-28'ê Adarê) û got, "Leheng, kesayetên dîrokî ne ku rastiya civakî di şexsê xwe de dane jiyîn. Kesayetên ku bi çalakiyên xwe yên dîrokî re di têkoşîna azadiyê ya gelan de bûne sembol. Bi vê rastiya xwe re ji bo civakên xwe dibin pîvan û xeta jiyanê."

'DI ŞEXSÊ EGÎD DE DI NAVA CIVAKA KURD DE XETEKE NÛ YA LEŞKERÎ Û RÊBAZA GERÎLA DERKET HOLÊ'

Sûrûç diyar kir, ya ku Hefteya Lehengiyê taybetî dike; berxwedana lehengî ya li hemberî rejîma mêtînger, li dora vê bexwedanê ji nû ve vejîna civakê û xwegihandina rastiya xwe ya dîrokî ye. Di berxwedana zîndana Amedê de di şexsê hevalê Mazlûm Dogan de roja berxwedana dîrokî Cejna Newrozê li cewhera xwe vegeriya û bû xwedî wateyek siyasî. Di şexsê hevalê Egîd de jî di nava civaka Kurd de li ser bingeha azadiyê xeteke nû ya leşkerî û rêbazeke gerîla derket holê. Pêngava me ya 15'ê Tebaxê bi vî rengî pêk hat."

Sadûn Sûrûç anî ziman, ku wî cara ewilî di dawiya sala 1979'an de Egîd nas kiriye û diyar kir, li herêma Êlihê sekna şoerşgerî ya Egîd, nêzîkatiya wî ya li Rêbertî, gelê Kurd û hevrêyên xwe, çalakgeriya wî û fermandariya wî nas kiriye û bandor lê kiriye.

Sûrûç got, "Mîna ku dîroka me ya têkoşînê û ya cîhanê nîşan dan, serdemên zehmet ênt êkoşînê biryardarî û berxwedêriyeke mezin derdixîne holê. Ev yek jî rê li ber serketinê vedike. Hevalê Mazlûm Dogan li hemberî polîtîkaya Cûntaya Leşkerî ya 12'ê Îlonê ku di şexsê girtiyên PKK'yî yên li Zîndana Amedê de dixwest PKK'ê teslîm bigire, berxwedaneke destanî nîşan da û ev polîtîka pûç kir. Hevalê Egîd ji pêngava leşkerî ya 15'ê Tebaxê de fermandarî kir û ev cûntaya leşkerî ya faşîst têk bir."

'EY DIHÊ WÊ ÊDÎ DINYA TEV LI SER TE BAXIVE'

Fermandarê HPG'ê Sadûn Sûrûç da xuyakirin, ku Egîd xwedî jiyaneke cewherî û dilnizm bû û ew bi vî rengî vegot: "Gelek hez ji gelê xwe dikir û hurmet nîşan dida. Zerareke biçûk a li gel bê kirin qebûl nedikir. Her axaftina xwe, her tevgera xwe û her çalakiya xwe hesab dikir ku çiqasî wê bi kêrî gel were. Hevalê Egîd di her çalakiya xwe de li ser navê gel û şoreşê xwedî hest û têgihiştineke kûr bû. Dema çalakiya Dihê di 15'ê Tebaxê de da destpêkirin goti 'Ey Dihê heta îro kesî navê te nebihîstibû, lê wê sibe tevahî dinya li ser te baxive'. Bi pêşdîtina xwe re encamên çalakiyê didît. Wî gelekî baş bi encamên çalakiya Dihê dizanîbû. Gel ji hevalê Egîd gelekî hez kiribû."

'PKK RUHÊ HEVPAR E'

Navborî da zanîn ku fermandarek û şervanek çiqasî dijminê xwe nas bike û fêm bike, wê li meydana şer li dijî dijmin serketî be û got, "Hevalê Egîd di vî warî de gelekî zelal bû. Digot, 'Divê leşkerek li ser xaka xwe, siya dijmin jî qebûl neke'. Li hemberî dijmin xwedî ruhê tolhildanê bû."

Sûrûç gotina 'PKK ruhekî hevpar e' ya Kemal Pîr bibîr xist û got, "Eger li cihekî zerar li PKK'yiyekî bûbe, PKK'yiyekî din eger vê hîs dike û bersiva vê dide, hingî ev yek ruhê hevpar temsîl dike. Hevalê Egîd yek ji hevalên ku her zêde ev rastî temsîl dikir bû. Lewma Kemal Pîr digot, 'Çavên min wê li paşê nemîne, piştî min Mahsûm Korkmaz (Egîd) heye.'"

'BI RUHÊ ŞEHÎDÊN LEHENG EM TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BIBIN'

Sûrûç diyar kir, dîroka PKK'ê dîroka lehengan e û bibîr xist, ku hemû lehengên têkoşîna azadiyê bi hesreta welatekî azad, demokratîk û serbixwe canê xwe feda kirine.

Sûrûç da xuyakirin, ku yekane rêya dilsoziya bi lehengan re pêkanîna vê hesretê ey û bang li gelê Kurd bi taybetî jî ciwanan kir, ku bi ruhê şoreşgerê yê Mazlûman, Egîdan û Zîlanan tevlî nava refên HPG û YPS'ê bibin.