1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Fermandar Rûbar rêveçûna pêngavê diyar kir'
'Fermandar Rûbar rêveçûna pêngavê diyar kir',fermandar,rûbar,rêveçûna,pêngavê,diyar,kir

'Fermandar Rûbar rêveçûna pêngavê diyar kir'

Îro salvegera şehadeta Rûbar Qamişlo ye, ku navê wî li yek ji girîngtirîn operasyonên leşkerî yên Şoreşa Rojava hat kirin. Hevrêyên wî qala Rûbar Qamişlo kirin

A+ A-

SILÛK - MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ Pêngava di 6'ê Gulanê de li Kantona Cizîrê ya Rojava destpê kir, piştî ku Fermandarê Eniya Serêkaniyê Rûbar Qamişlo di 14'ê Gulanê de şehîd ket, navê wî lê hat kirin. Fermandarên YPG û YPJ'ê di salvegera şehadeta Fermandar Rûbar de ji ANF'ê re qala wî kirin.

YPG BI BAWERIYA JI XWE Û TOLHILDANÊ DEST BI PÊNGAVÊ KIR

Ji Fermandarên YPG'ê yê Hesekê Şoreş Hesekê bibîr xist, ku ew jî di pêngava roja 6'ê Gulanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de hat destpêkirin de amade bû û got, "Çeteyan rê digirtin, mayîn diçandin, fuze, hawan davêtin û zerareke mezin didan gel." Hesekê da xuyakirin, ku li ser daxwaza gel, pêngavê li du eniyan li Serêkaniyê û Hesekê destpê kir û got, "Ji Serêkaniyê heta Hesekê li gelek cihan şer qewimî. Çeteyan bi êrîşên 23'ê Sibatê yên li hemberî Til Temir û 10'ê Adarê li hemberî Til Xenzîr ve êrîşî çeperên me kirin.

Di dawiya meha Nîsanê de, diyar e çeteyên DAIŞ'ê bi amadekariyên me hesiyan, ku li eniya Hesekê li Xerîta û li eniya Serêkaniyê jî li Til Boga êrîşên berfireh pêk anîn. Hêzên me bi xurtî bersiv dan van her du êrîşan û çeteyên DAIŞ'ê gelek kuştî dan û neçar man xwe vekişînin. Di vê demê de Şehîd Rûbar Qamişlo hema hema li hemû eniyan li dijî çeteyan şer kir.

Li hemberî komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, hêzên me yên YPG û YPJ'ê ji xwe gelekî bawer bûn û bi vê baweriyê dest bi pêngava paqijkirinê kirin. Plan hat kirin ku heta çiyayê Kizwanê bê rizgarkirin û roja 6'ê Gulanê me pêngav li gundê Til Mecdel û Serêkaniyê dan destpêkirin. Lê di heman demê de çeteyan jî bi taybetî li xeta Xabûrê ya navbera Hesekê-Til Temirê amadekariyên gelekî cidî kirin."

'ŞEHÎDKETINA RÛBAR BÛ SEDEMA ZÊDEBÛNA DAXWAZA SERKETINÊ'

Fermandar Hesekê diyar kir, çeteyan hewl dan bi mayîn û teqemeniyan pêşî li hêzênw an bigirin û got, "Di rojên destpêkê de em gund bi gund bi pêş de diçûn. Çeteyan ji vê sûd wergirtin û reviyan. Gelek mayîn jî çandibûn. Di hefteya destpêkê ya şer de me taktîkên xwe guherand û ketin nava hewldana dorpêçkirin û lêdanê. Diyar bû; çeteyan giraniya xwe dabûn ser eniya Hesekê, ku li eniya Serêkaniyê pêngav li gorî eniya Hesekê bi hêsantir bi pêş de diçû. Di 12 rojên pêngavê de hêzên me yên li Hesekê û eniyên Serêkaniyê, li gundê Um El Mûsamir ê Til Temirê gihaştin hev û dema 23 gund dorpêç kirin, çete şoq bûn. Piştî rojekê bi sê baskan ve li hemberî çiyayê Kizwan operasyon hat kirin. Bi sedan çeteyan mîna keriyan dest bi revê kirin. Çeteyan derbek giran xwaribûn, têk çûbûn, hatibûn şikestin û bi revê hewl didan canê xwe rizgar bikin. Beşek ji van çeteyên direviyan ji aliyê hêzên me û beşek jî ji aliyê balafiran ve hatin îmhakirin. Di roja 14. de me bi operasyonekê çiyayê Kizwan azad kirin. Asta duyemîn a vê pêngavê jî encama şerê li Girê Spî bû.

Di hefteya destpêkê ya şer de Fermandarê Eniya Serêkaniyê hevrêyê me Rûbar Qamişlo şehîd ket. hevrê Rûbar fermandarekî şer û fermandarekî jê dihat hezkirin bû. Şehadeta wî ji aliyê manewî ve hêzeke mezin da hêzên me, rê li ber derbûna hesta tolhildanê vekir. Ji ber ku ji Serêkaniyê heta Hesekê tevkarî û kedeke wî ya mezin hebû. Navê wî li pêngavê kir. Vê yekê r3eveçûna şer guherand. Hevrêyên wî xwestin demildest xwe bigihînin navendên çeteyan, Mebrûka, Silûk û Girê Spî rizgar bikin û Kantonên Cizîr û Kobanê bigihînin hev. Gelek şervanan, ji bo hilanîna tola Şehîd Rûbar bê teredût yekser bi ser dijmin de dimeşiyan."

'ME TAKTÎKEK KU DIJMIN TAR Û MAR KIR, BI KAR ANÎN'

Ji Fermandarên YPJ'ê yên Serêkaniyê ya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo Tolhildan Amûdê da xuyakirin, ku qonaxa duyemîn a pêngavê, ji Til Xenzîr û Mebrûkayê heta Silûk û Girêz Spî azadkirina vê herêmê û gihandina hev a Kantonên Kobanê û Cizîrê bû. Fermandara YPJ'ê Tolhildan destnîşan kir, ku wan bi taktîkên xwe yên li dijî çeteyan, çeteyên DAIŞ'ê xistin nava şoqê û dijmin tar û mar kirin. Amûdê da zanîn, ku çeteyan herî zêde xwe li Kizwan, Alya, Mebrûka, Silûk û Girê Spî amade kiribûn û di encama pêngavê de piştî ku ev herêm ketin destê YPG/YPJ'ê, çeteyên DAIŞ'ê bi rengekî mezin şikestin. Amûdê got, "Dema pêngavê destpê kir, me dizanîbûn wê DAIŞ bişikê û di nava pêngavê de em ev şikestina DAIŞ'ê bi çavên xwe dîtin. Beriya destpêkirina Pêngava Şehîd Rûbar li Aliye pêngavek hatibû destpêkirin. Ji Aliye destpê kir û heta Til Bogê herêm hatibû paqijkirin. Dema Pêngava Şehîd Rûbar destpê kir ev der week biryargeha koordîneyê hatibû bikaranîn.

Piştî rizgarkirina çiyayê Kizwan me nîqaş kirin ku pêngavê bidomînin a navberê bidin. Me biryar dan ku di vê rewşa şikestina çeteyên DAIŞ'ê de em pêngavê bidomînin û di 22'ê Gulanê de em derbasî qonaxa duyemîn a pêngavê bûn. Hêzên me her roj bêhtir bi pêş de çûn, navendên çeteyan Mebrûk û Silûk ku di mejiyê mirovan de weke kelehê dihatin dîtin yek bi yek hat xistin û gav bi gav me xwe nêzî Girê Spî kirin.

Di vê pêngavê de weke YPG û YPJ em bi hev re tevdigeriyan. Lê belê divê em bêjin ku weke hêza jinê YPJ me bi hemû hêz û vîna xwe cihê xwe di nava pêngavê de girtin û serketinên mezin bi dest xistin. Hêviya hêza jinê YPJ'ê ya ji bo serketinê tam bû. Di çavê her hevalê de kelecan, daxwaza serketinê û hêvî xweş dihat dîtin. Di pêngavê de lehengiyên gelekî mezin derketin holê. Ya ku pêngavên Şehîd Rûbar û Şehîd Gelhat gihaştin hev, meydana Girê Spî bû."

'RÛBAR FERMANDAREKÎ ŞER Û HEVRÊYEKÎ BAŞ BÛ'

Fermandara YPJ'ê Tolhildan Amûdê diyar kir, beriya şehîdketina Rûbar Qamişlo wan li nuqteya koordîneyê ya li Til Boga hev dîtin û got, "Hevalê Şehîd Rûbar fermandarekî şer ê baş û ji bo şervanan jî hevrêyekî baş bû." Amûdê di dewama axaftina xwe de got, "Min hevalê Rûbar ji berê ve nas dikir. Li gelek qadên cuda fermandarê min bû. Giranî dida ser taktîkên şer û li ser nuqteyên stratejîk kûr dibû. Ji ber baweriya ji xwe, timî bi moral bû û bi vê morala xwe ve nedihişt li derdora wî bêhêvîbûn derkeve holê. Coşa şoreşê timî pê re hebû."

'MEBRÛKA NAVENDA KOORDÎNE YA DAIŞ'Ê BÛ'

Ji Fermandarên Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo Serhat Konya jî got, "Tevî YPG û YPJ'ê, rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî, Asayîşa Rojava, hêzên xweparastinê û hêzên parastina civakî jî bi rengekî çalak tevlî Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo bûn û bi hêza ji gelê xwe wergirtî, me li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke meizn nîşan dan." Fermandarê YPG'ê Serhat diyar kir, rengê qonaxa duyemîn a pêngavê, ku di 22'ê Gulanê de destpê kir, li Mebrûka diyar bû û got, "Di encama nîqaşan de me tespît kiribûn ku cihê herî zêde DAIŞ lê li ber xwe bide xeta Mebrûka, Dehma ye. Di asteke cidî de dijmin li vê xetê amadekarî kiribû. Ji ber ku li ser sînorê Kantona Cizîrê û dewleta Tirk e, çeteyên DAIŞ'ê Mabrûka ji xwe re weke navendekê didît. Binesazî û amadekariyên xwe il gorî vê kiribû. Li xeta leşkerî ya Dehma, Rawya û Til Xenzîrê du salan amadekarî kirin û gel ji herêmê derxistibû.

Di civîna fermandaran de hat destnîşankirin, ku mewziyên gelekî girîng ên çeteyan li ser vê xetê ne, eger ev der were şikandin wê çeteyên DAIŞ'ê nikaribin zêde li ber xwe bidin. Çeteyan li vê xetê şerekî dijwar meşandin. Hêzên me jî gelekî betilî bû. Tevî vê eykê jî bryardarî û israr serketinê hebû. Hêzên me bi moral bû û serweriya psîkolojîk a hêzên me bû. Çeteyên ku li pêşberî hêzên me şikestin, hewl dan bi teqemeniyan êrîş bikin. Li gundên Şara, Dehma, Şexata yên li derdora Mebrûka hewl da şer bikin. Lê belê ji aliyê taktîkî ve em serdest bûn û me hemû çeper bi erdê re kirin yek û ber bi Silûk û Girê Spî ve bi pêş de çûn.

'SILÛK JI BO DAIŞ'Ê GELEKÎ WATEDAR BÛ'

Ji ber ku çeteyan li Silûkê gelek mayîn çandin, ji bo dorpêçandinê ji du baskan ve em bi pêş de çûn. Li gundê Kînatra yê li ser sînorê Tirkiyeyê, ku bi bajarokê Silûkê ve girêdayî ye, DAIŞ'ê cara yekemîn ala xwe rakir û hemû pêwîstiyên xwe yên bi çek û cebilxaneyê ji vê xetê di ser Tirkiyeyê re werdigirt. Bi kurtasî Girê Spî û Silûk rehê dil bû ji bo DAIŞ'ê. Me hin gund derbas kir û berê xwe dan Girê Spî. Ji ber ku çeteyan li dû xwe hemû pirên li ser rêya Girê Spî teqandin, me çekên xwe yên giran li cihên nêzî sînor derbas kirin û xwe giahndin cihên nêzî Girê Spî. Di roja sêyemîn de ferman ji me re hat ku em bikevin nava Girê Spî. Êdî hêza çeteyan a li hemberî me şer bike nemabû. Dema hêzên me xwe gihand ber derî tenê çend çete mabûn. Vana jî xwe gihandin leşkerên Tirk. Piştî ku me ala xwe li meydana Girê Spî çikandin, di serî de dewleta Tirk a çeteyên reviya xist bin per û baskê xwe, hemû hêzên paşverû neçar man li pêşberî serketina me bên ser çokan."