Fermandara YPG'ê Nûjîn Dêrik hate berdan
Fermandara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şaha Elî Evdo (Nujîn Dêrik) serbest hate berdan
Fermandara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şaha Elî Evdo (Nujîn Dêrik) ku di 26'ê Cotmehê de dema dema cenazeyên koma çekdar teslîm dikirin ji aliyê heman komê ve dîl hatibû girtin, serbest hate berdan.
Li bajarê Helebê komeç çekdar ku xwe wekî Artêşa Azad binav dikir, di 26'ê cotmehê de êrîşî Taxa Eşrefiye ku piranî kurd lê dijîn kir. Li ser vê yekê bi hezaran welatî daketibûn kolanan û nerazîbûn nîşan dabûn. Lê koma çekdar gel gulebaran kiribû û di encamê de 13 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê gulebaranê, hêzên YPG'ê jî bersiv dabû koma çekdar û 19 kes kuştibun, her wiha gelek kes birîndar bûn. Piştî pevçûnê koma çekdar kuştî û birîndarên xwe li pey xwe hiştin û ji taxê derketin. Koma çekdar piştre bi riya ruspiyên taxê xwest ku cenazeyê xwe bigire. Li ser vê yekê Fermandara YPG'ê Şaha Elî Evdo di û komek YPG'iyan cenazeyên koma çekdar birin cihê ku hatiye diyarkirin, lê komê kemîn danî û di encama pevçûnê de Şaha Elî Evdo bi birîndarî dîl hate girtin. Piştî 6 rojan di hevdîtinek ku di navbera Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê û heyetek ruspiyên Efrînê de çêbû de, hatibû ragihandin ku koma çekdar Evdo kuştiye. Li ser vê yekê li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes daketibûn kolanan û nerazîbûn nîşan dabûn. Rojek piştre jî, Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad dîsa daxuyanî dabû û gotibû ku Evdo nehatiye kuştin. Li ser vê yekê hevdîtinan dîsa destpê kiribû û li gorî peymana ku hatiye îmzekirin, dê kesên dîl hatine girtin, bihatana berdan. Lê di roja ku hatiye diyarkirin de, nehatin berdan.
Piştî 7 hefteyek di ser civînê re derbas bû, Fermandara YPG'ê Evdo hate berdan. Hate ragihandin ku Şaha Elî Evdo, di saetên êvarê de teslîmî hêzên YPG'ê hatiye kirin û anîne bajarê Efrînê.
(mae)
