1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandarê DYA'ê çû serdana Rojava
Fermandarê DYA'ê çû serdana Rojava,fermandarê,dya,ê,çû,serdana,rojava

Fermandarê DYA'ê çû serdana Rojava

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA'yê (CENTCOM) General Josepp Votelî Rojava ziyaret kir û li gel rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevdîtin kir.

Rayedarên CENTCOM'ê diyar kirin ku Fermandar Votel li Rojava bi hêzên li hember DAIŞ'ê şer dikin û leşkerên Amerîkî yên wezîfeya perwerdeyê û şêwirmendiyê dikin re hatin cem hev. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "General Votel, bi şervanên Ereb yên Sûrî û bi şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî ku bi rêberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kom bûye." Nûnerê taybet ê di hevpeymana navdewletî yê li hember DAIŞ'ê Brett McGurk jî li ser hesabê xwe yê twiiter ê ragihand ku "Di demeke ku serokên DAIŞ'ê neçar dimînin qeydên dengê xwe di nava tarîyê de bigirin, General Votel, ji bo plana êrîşa Rakkayê li Sûriyê bû".

Derbarê ciyên ku fermandarê DYA'yê agahî nehatiye dayîn, lê li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê de hatine belavkirin Votel, nêzîkî 11 saetan li Sûriyê maye. Votel çend meh berê dest bi wezîfeya xwe ya CENTCOM'ê kiribû. Ji sala 2014'an û vir ti rayedarên leşkerê yên payebilind serdana Sûriyê nekiribûn ku DYA'yê di vê demê de dest bi kampanyeya dij DAIŞ'ê kiribû. Serdana Votel di vê astê de bûye serdana yekemîn. Hêjayî gotinê ye di rojên derbasbûyî de di hin malperên înternetê de hatibû belavkirin ku nûnerê Obama Brett McGurkî serdana Rojava kiriye û bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re hevdîtin pêk aniye. Lê rayedarên Amerîkî ev piştras nekiribûn.

(mae)