1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Fermandarê Efsaneyî yê PKK'ê Egîd
Fermandarê Efsaneyî yê PKK'ê Egîd,fermandarê,efsaneyî,yê,pkk,ê,egîd

Fermandarê Efsaneyî yê PKK'ê Egîd

A+ A-

Mahsûm Korkmaz ku bi navê Egîd tê nasîn, di sala 1956'an de li navçeya Amed Farqînê ji dayik bû. Di sala 1986'ê de Fermandarê HRK'ê Egîd li çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest da. Saturday, March 28, 2015 at 9:54 AM NAVENDA NÛÇEYAN - OMER ÎKE Mahsûm Korkmaz endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê yekemîn ê HRK'ê bû. Mahsûm Korkmaz ku bi navê Egîd tê nasîn, di sala 1956'an de li navçeya Amed Farqînê ji dayik bû. Di sala 1986'ê de Fermandarê HRK'ê Egîd li çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest da.

Ji fermandarên gerîla yên navdar ên PKK'ê Mahsûm Korkmaz ango bi navê xwe yê tê naskirin Egîd, li navçeya Amed Farqînê ji dayik bû. Di temenê xwe yê biçûk de koçî Êlihê kir. Li Êlihê di salên lîseyê de bi rêya Mazlûm Dogan, di sala 1976'an de tevgera Apociyan nas kir. Li herêma Lubnanê di nava kadroyên navendî yên PKK'ê de cih girt. Mahsûm Kormaz, mohra xwe li Pêngava 15’ê Tebaxa 1984'an ya PKK'ê da. Ew di heman demê de fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan (HRK) bû û fermandarê manewî yê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ye. Ew herî zêde jî bi wêneyê xwe yê bi heybet yê li pişt çiyayê Gabarê bûye efsane li ser zimanan û di nava dilê gelê Kurd de cih girtiye.

NASKIRINA MAZLÛM DOGAN

Fermandarê PKK'ê Egîd dema hê zarok bû, tevî malbata xwe koçî Êlihê kir û li wir mezin bû. Zarokê malbatekî welatperwer bû. Bi saya malbata xwe têkoşîna azadiyê nas kir. Mahsûm Kormaz li Êlihê, ji pêşengên Tevgera Azadiyê Mazlûm Dogan jî nas kir û bû şagirtê wî yê herî bi serketî. Piştî ku Mazlûm Dogan nas kir, di demekî kin de xwe pêş xist û di salên 1977 û 1978'an de bi xebatên li Êlihê derket pêş. Mahsûm Korkmaz, ji bo rêxistinkirina karkerên Êlihê kete nava hewldanan. Ji ber van xebat û hewldanan cara yekemîn di hilbijartina şaredarî yên sala 1979'an de şaredariya Êlihê kete destê endamê tevgera azadiyê Edîp Solmaz.

Edîp Solmaz di heman salê de, ji aliyê kontrayên Tirk ve hate kuştin. Kuştina Edîp Solmaz jî, bandoreke mezin li Egîd kir. Mahsûm Korkmaz di Çileya 1980'an de çû Lubnanê û piştî perwerdeya 7 mehan careke din vegeriya welêt û li Botanê bingeha tevgera gerîla danî.

VEGERA WELÊT

Di Kongreya Duyemîn a PKK'ê de weke endamê Komîteya Navendî û Endamê Konseya Navendî ya HRK'ê hate hilbijartin. Piştî kongreya duyemîn careke din vegeriya welêt û dest bi amadekariya pengava 15'ê Tebaxê kir. Piştî amadekariya 3 salan, tevî komek hevalên xwe, di 15'ê Tebaxê de, bi çalakiya li navçeya Sêrtê Eruhê, li Kurdistan û Tirkiyê pêvajoyeke da destpêkirin. Mahsûm Kormaz di demeke kin de, di nava gel de weke fermandarekî efsanevî yê gerîla hat nasîn. Fermandarê gerîla Mahsûm Korkmaz, di 28’ê Adara sala 1986'an de, li Gabarê di şerekî de jiyana xwe ji dest da.

Egîd ku weke sembola têkoşîna berxwedana Neteweyî tê bîranîn, li Kurdistanê bû navê herî zêde ku li zarokan tê kirin. Weke sembola şerê çekdarî yê gerîlayên tevgera azadiyê li dijî dewleta Tirk daye destpêkirin tê nasîn.