1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandarê zana yê Sûrê
Fermandarê zana yê Sûrê,fermandarê,zana,yê,sûrê

Fermandarê zana yê Sûrê

"Qerekterê wî yê wêrek û zana her ti dikir ku bibe mirovekî rêber."

A+ A-

EDENE (DÎHA) - Cihat Tûrkan ê YPS'î ku ji aliyê malbat û hevalên xwe ve wekî kesekî "wêrek û zana" dihat naskirin û wekî "Fermandarê zana yê Sûrê" tê binavkirin di 12'ê Adarê de li Sûrê jiyana xwe ji dest dide. Dayika Tûrkan, Salîha Tûrkan diyar kir ku kurê wê hem li dibtanê hem j^idi jiyana civakî de hemû karên xwe bi serketî pêk dianî û wiha axivî. "Qerekterê wî yê wêrek û zana her ti dikir ku bibe mirovekî rêber."

Endamê YPS'ê Cihat Tûrkan (Çiyager) li navçeya Heskîfê ya Êlihê de 1982'yan de ji dayik dibe û di yek saliya xwe de jî malbat ji ber sedemên aborî ji koç dike û li Edeneyê bi cih dibe. Tûrkan ê ku zaroktiya xwe li Edeneyê derbas kir di 1999'an de Zanîngeha Dîcleyê qezenc kir û vegedigere axa xwe. Tûrkan ê ku di biçûkbûna xwe de jî dixwast ji bo pêkûtiyên li dijî gelê kurd bi dawî bibe çalakiyên demokratîk bên lidarxistin, li zanîngehê jî di nava ciwanan de ev fikra xwe didomîne. Piştî ku zanîngehê diqedîne jî ji ber çalakiyên demokratîr der barê wî de gelek doz tên vekirin. Turkan ji ber vê yekê di 1'ê Tîrmeha 2005'an de berê xwe da çiyayên azad Tûrkan ê demeku li çoltera Licê ma piştî ku li Sûrê berxwedana xwerêveberiyê dest pê dike di nava YPS-Sûrê de cih digire. Tûrkan ê ku ji aliyê malbat û hevalên xwe ve wekî kesekî "wêrek û zana" dihat naskirin û wekî "Fermandarê zana yê Sûrê" tê binavkirin di 12'ê Adarê de li Sûrê jiyana xwe ji dest dide.

Dayika Tûrkan, Salîha Tûrkan diyar kir ku kurê wî ji biçûkbûna xwe ve ji aliyê derûdora xwev e wekî kesekî bi dîsîplîn, jîr û qerekterê xwe yê pêşengî dihat nasîn wiha berdewam kir: "Di dibistana seretayî de li cem apê xwe dixebitî û hem jî li dibstanê xwendekarekî serkeftî bû. Rojekî di matematîkê de hemû pirs bersivandibû lê ligel vê yekê jî notê wî kêm hatibû, îtiraz kiribû. Mamoste îtiraza wî qebûl nekiribû. Ji ber vê hate rewy vegot. Em bi hevre çûn dibistanê. Mamoste got ku Cihat ê ku li dezgehê şalgamê dixebitê gelek caran dereng tê dibistanê nepêkan e notekî baş bigire, dibe ku kopya kişandiye. Ji ber vê yekê jî kêm not daye. Min jî xwest careke din Cihat bigire azmunê. Mamoste careke ew girt azmûnê û Cihat tam not wergirt. Li ser vê mamoste matmayî bû lêborîna xwe xwest.

'Ew ê jî îmze bavêta belavoka aştiyê'

Tûrkan anî ziman ku kurê wê dixwest bibe akademîsyen û wiha berdewam kir: "Kurê min alîgirê aştiyê bû. Heke pêşiya têkoşîna demokratîk a ku wî dixwest nehate girtin dê ew ê jî bûba akademîsyen. Îro wî jî dê îmze bavêta belavoka aştiyê." Tûrkan destnîşan kir ku kurê wê dixwest jin bi hêtir bibin û ji ber vê yekê jî her kir ji xwîşkên xwe re pirtûk dianî.

'Ew zarokê Kurdistanê ye'

Tûrkan bilêv kir ku piştî ku pêvajoya pevçûnê dest pê kiriye kurê wê çûye Sûrê, Stenbolê di dawiya 53 rojan de hate fehtkirin lê kurê wê li Sûrê 100 rojan li ber xwe daye. Tûrkan got ku kurê wê di serî de ji bo gelê Sûrê, ji bo hemû gelê Kurdistanê li ber xwe daye û ev tişt got: "Min Cihat anî dinê lê ew zarokê hemû Kurdistanê ye."

(sa)


Bêjeyên Miftehî