1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Festîvala 4'ê Nîsanê li Mexmûrê didome
Festîvala 4'ê Nîsanê li Mexmûrê didome,festîvala,4,ê,nîsanê,li,mexmûrê,didome

Festîvala 4'ê Nîsanê li Mexmûrê didome

A+ A-

ROJDA AMANOS / BÊRÎTAN KARA

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê mamosteyên jin bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan turnuvayên pînpon û voleybolê li dar xistin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, turnuvayên pînpon û voleybolê hatin lidarxistin. Di turnuvayê de îsal mamosteyên jin bi musabeqeyan hatin hemberî hev.

Pîrozbahî bûne kevneşopiyek

Ji bo Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her sal wekî kevneşopiyekê mîhrîcan li wargehê tê lidarxistin. Îsal jî weke kevneşopiyeke pîrozbahiyên Rojbûna Rêberê PKK'ê ji aliyê xwendekarên Wargeha Mexmûrê ve tê organîzekirin. Di çarçoveya pîrozbahiyan de turnuvayên pînpon û voleybolê di navbera mamosteyên jin ve hate lidarxistin. Turnuvayê bi tura pînponê dest pê kir. Ev tura yekemîn serê sibehê saet 08:30’an de dest pê kir. 3 tîm beşdarî tura yekem bûn. Di tura yekem de mamoste Dîjle û mamoste Kewser bi ser ketin. Di tura duyemîn de her du mamosteyên ku bi ser ketin hatin beramberî hev. Di vê turê de mamoste Kevser Yaman bi ser ket.

Yekemîn car e mamoste musabeqa li dar dixin

Di mîhrîcanê de musabaqeyeke voleybalê ya dostaniyê jî ji aliyê mamosteyên jin ve hate lidarxistin. Li Mexmûrê yekemîn car e ku musabaqeyeke bi vî rengî ji aliyê mamosteyên jin ve tê lidarxistin. Mamosteyên jin der barê turnuva û musabaqeyan de diyar kirin ku ew ê pêşerojê de jî turnuva û musabaqeyên bi vî rengî li dar bixin.

DÎHA (sa/tt)