1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Festîvala Filmên Jinan 'Filmmor'
Festîvala Filmên Jinan 'Filmmor',festîvala,filmên,jinan,filmmor

Festîvala Filmên Jinan 'Filmmor'

Li Stenbolê dê di nava 9 û 19'ê adarê de, 10'emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor ên Gerok a Stenbolê bê lidarxistin.

A+ A-

Li Stenbolê dê di nava 9 û 19'ê adarê de, 10'emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor ên Gerok a Stenbolê bê lidarxistin. Mihrîcan dê piştî Stenbolê li Wan, Gever û Çanakkaleyê bê lidarxistin.

Li Stenbolê dê di nava 9 û 19'ê adarê de, 10'emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor ên Gerok a Navneteweyî bê lidarxistin. Mihrîcan dê piştî Stenbolê, bi piştgiriya Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD), li Wanê bê lidarxistin. Li Wanê dê li konbajar û bajarên prafabrîkê bê lidarxistin. Li Geverê jî dê bi alîkariya Komeleya Jinan a Geverê li Gever û Colemêrgê û pişt re jî dê piştgiriya ELDER'ê li Çanakkaleyê pêk bê.

Dê festivala ku ji 20 welatan û 70 filman bi panel, konferans, atolye û hwd. Sala 10'emîn bê pîroz kirin. Her wiha îsal di festivalê de Pêşandana Giştî ya Tunusê jî cih bigire.

Dê festivala Filmmorê bi filmê Alice Guy-Blache ku yekem filma kurmanca kişandiye dest pê bike û dê bigihije Marleen Gorrisê. 10 jinên Feminist ên Tirkiyeyê û cîhanê ji ber hewldanên wan ên di sinemayê de xelat bigirin. Dê îsal jî weke her sal filmên jinan di beşa Sinemayên Jinan de cih bigirin. DÎHA (aw/mae)