1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Festîvala Mihemed Şêxo
Festîvala Mihemed Şêxo,festîvala,mihemed,şêxo

Festîvala Mihemed Şêxo

A+ A-

1. Festivala Bibîranîna Hunermend Mihemet Şêxo li paytextê Herema Federal a Kurdistanê Hewlêrê destpê kir. Di festivala ku dê 2 rojan bidome de semîner, belgefîlm û vekolînên li ser berhemên hunermend Şêxo dêbên pêşkeşkirin.

1'emîn Festivala Bibîranîna Hunermned Mihemed Şêxo li Hola Pêşewa ya Hewlêrê destpê kir. Festivala ku ji aliyê Wezarate Rewşenbirî û Ciwanan ya Herema Federal a Kurdisatanê ve tê lidarxistin dê 2 rojan bidome. Merasîma vekirina festivala hunermendê kurd yê nav û deng Mihemed Şêxo bi beştraya Wezîra Rewşenbîrî û Ciwanan ya Herêma Kurdistanê Bjk. Kawê Mehmûd, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, kesayetî û rewşenbîrên kurd hate pêkanîn. Di festîvalê de piştî xwendina peyamên pîrozbahiyê hatin, bernameyê detpê kir. Hunermend Birader, Canê, Fatê, Ezîz Mihemed, Dilniya Qeredaxî di festivalê de berhemên Şêxo striyan. Di bernameya festîvalê ya danê êvarê de ku saet di 17.00'an de dê dest pê bike de hin semîner û vekolînên li ser kar û jiyana Mihemed Şêxo dê ji aliyê Bjk. Bedîrxan Sindî, Mihemed Zaza, Ebdelah Nûrî û Mihemed Hemo ve bên pêşkeşkirin. Her wiha di çarçoveya festivalê de belge fîlma ku ji aliyê derhêner Hisên Hesen ve hatiye kişand jî dê bê nîşandan.

Mihemed Şêxo kiye?

Hunermend Mihemed Şêxo navê wî yê rast Mihemed Salih Şêxmûse û her wiha bi Bavê Felekê jî hatiye nasîn. Ew di sala 1948 li gundê Girbawî yê li başûrê rojavayê û li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Yek ji hunermendên mezin ê kurdan e û di sala 1970’an de xebatê wî bi awayek berfireh dest pêkiriye. Şêxo, bi stranên stîl û awazên xwe bandorek mezin li ser muzîka kurdî kir. Stranên wî ji aliyê gelek stranbêjan ve hatin şîrovekirin û gotin. Mihemed Şêxo xwedî 14 kasêtên sitran û dengbêjiyê ye. Sitrana ‘Ay lê Gulê’ yek ji sitranên wî yê herî binav û denge. Roja 9 Adara sala 1989'an li bajarê Qamişloyê çû li ser dilovaniya xwedê.

DÎHA (ssq/lg)


Bêjeyên Miftehî