1. Hemû Nûçe

  2. Helbest

  3. FINDA HEMÛ CÎHANÎ / Mahsûm Nisêbînî
FINDA HEMÛ CÎHANÎ / Mahsûm Nisêbînî,finda,hemû,cîhanî,mahsûm,nisêbînî

FINDA HEMÛ CÎHANÎ / Mahsûm Nisêbînî

HELBEST: Kobana min / tu rûmet û her canî / finda hemû Cîhanî

A+ A-

Ji keleha pîroz

ji xaka Arînan

lehengîdeng bilind dibe

bi rûmet û bi hêvî

pêl bi pêl dilîlîne

li seranserî Cîhanê

herkroniya xwe diçurise

bi kelecaniya hêstsotîn

govenda evînê diqîrim

ji dilên melûl bîstîkên şîniyê diqurêfim

çavên şaşekor bi bedêlstêrkan vedibin

bi fipa lêhengên Kobanê

rivînên dilbiqîr ditefin

rondikherka çavên min

lêv li ken jiyana min

banga azadiya min

Kobanê

Kobana min

tu rûmet û her canî

finda hemû Cîhanî

deng û rengên çeleng brûskan vedidin

tevliva Koban û Şingala dilovan

jînrêziyê hinbêz dike

bi dilgermî baskên spî difîrîne

li peyte me bi şev û roj

tu jankêşî ez im dilsoj

tu merqedî tîrêjeroj

Kobanê

Kobana min

tu rûmet û her canî

finda hemû Cîhanî

di henesa azadigeran de

hêzşewqa gelan digere

li sernişûviya şîniyê aramî difûre

bena kiryarên nirxkujan diroxe

ji xapînokên xwe xwefiroşiyê vedidizin

bi livreşiya xwe perda xeyalên qetî dalêsin

tilmîzên mîjokdar...

giwêniyên berbayê Kobana rêngînin

dil dikelin ji bo te ne

ziman pesindarê te ne

dest çepikên vîna te ne

Kobanê

Kobana min

tu rûmet û her canî

finda hemû Cîhanî

Mahsûm Nisêbînî

Çile 201