1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Firefox 4 derket
Firefox 4 derket,firefox,4,derket

Firefox 4 derket

A+ A-

Ji roja ku Mozilla Firefox kete bazara gerokan, her tim çavên bikarhêneran li guhertoyên wê yên nû bûn. Bi derengî be jî guhertoya nû ya Firefoxê, Firefox 4 derket. Li gel bi sedan zimanan, Firefox 4 sed der sed bi kurdî jî derket.

Firefox 4 bi gelek taybetiyên nû yên wekî Syncê ji guhertoyên din cudatir e. Ji guhertoya berê Firefox 3.6ê 6 caran LEZGÎNTIR e. Û her wiha ji hemû guhertoyên berê zêdetir xema ewlehiya bikarhêneran dixwe.


Mozilla Firefox ku gerokeke înternetê ya belaş e, bi salan e li gel bi dehan zimanan, bi kurdî jî bi awayekî fermî tê weşandin.

Mozilla Firefoxa ku ji ber taybetiyên xwe yên lezgînî, ewlehî û takekeskirinê roj bi roj li seranserê cîhanê belav dibe, di her guhertoyeke nû de xwe nû dike.

Li gorî gerokên din ên wekî Internet Explorer, pir avantajên Firefoxê hene. Lêzgînî, ewlekarî, parastina li hemberî vîrus û reklaman çend taybetiyên wê yên sereke ne.

Karên teknîkî û yên wergerandinê yên Firefoxê, ji roja destpêkê ve ji hêla Koma PC Kurdê ve bi awayekî dilxwaz tê kirin. Koma PC Kurdê ku bêyî li hêviya piştgiriya kes an jî saziyan bimîne, karê kurdîkirina Firefoxê dimeşîne.

Tekane hêviya komê ew e ku gelê kurd jî wekî hemû gelên cîhanê, vê geroka lezgîn û ewle bi zimanê xwe bi kar bîne. Lê mixabin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Firefoxa almanî û ya rûsî, ji hejmara bikarhênerên kurd zêdetir e.

Ji bo ku “peyva kurdî” bi Firefoxa kurdî belav bibe, em hêvî dikin ku hemû kesên xwe wekî dilxwaz û dilsozên kurdî dibînin, bi qasî ji wan bê, Firefoxa kurdî li der û dora xwe bidine nasandin.

Wekî mizgîniyekê, em dixwazin ragihînin ku piştî Firefoxa Kurdî-Kurmancî, niha jî wergerandina Firefoxa Kurdî-Soranî dest pê kiriye û Koma PC Kurd ku xwediya cerebeya kurdîkirina bername û amûrên teknolojiyê ye, mil dide wergêrên soranî da ku ev geroka lezgîn û ewle bi zaravayên din ên kurdî jî bê weşandin.


Malpera fermî ya Firefoxa Kurdî: http://www.mozilla.com/ku/firefox

Malpera fermî ya Koma PC Kurdê: http://www.pckurd.net

Malpera fermî ya ubuntuya Kurdî: http://www.ubuntu-ku.info


Rêveberiya Koma PC Kurdê


Bêjeyên Miftehî