1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Firefox an Google Chrome ?
Firefox an Google Chrome ?,firefox,an,google,chrome

Firefox an Google Chrome ?

A+ A-

Înternet û komputergerî di salên pêşî de wekî Windows hate zanîn. Înternet=Windows bû. Wisa dihat famkirin. Komputer=Windows bû, ev jî wisa dihat famkirin. Ji ber wê di têketina înternetê de jî timî Internet Explorer dihat bikaranîn.

Her çiqas Opera, Safari û gelek gerokên din jî derketibûn û ji Internet Explorer çêtir bûn jî, li Kurdistanê naskirina van tunebû, pêşketina me ne ewqasî bû.

Di sala 2004'an de ku Opera bi kurdî jî derket, cara yekem bi riya çapemeniyê û danasînên şexsî 100-200 kesî Opera bi kurdî bi kar anî. Piştî salek-du salan Mozilla Firefox jî bi kurdî derket. Firefox ji Opera jî çêtir bû ji gelek aliyan ve. Ji ber wê desteka Opera Kurdî hate rawestandin.

Piştî ku Google jî di înternetê de bû navekî marka û pêbaweriyek mezin bi dest xist, Google jî ket nav hewildanên ku li dijî Windowsê sîstemeke komputerê û heta Mobil derxe holê. Derxist jî. Lê Google bi vê nehat ser û gerokek jî bi navê Google Chrome afirand.

Gelek kesên ku di Google de dîtin dibêje "Chrome Daxin", bêyî ku bizanin Chrome çi ye, daxistin. Dîtin ku tiştekî ji Internet Explorer çêtir, baştir û xweşiktir e.

Berê jixwe Opera, Safari û Firefox û gelekên din pişta Internet Explorer a xerabe diêşandin. Google jî bi Choreme textê Internet Explorerê hejand.

A baş jî ew e ku bi saya Chrome gelek kes bi ferqa gerokan hesiyan, Firefox û yên din jî nas kirin.

Îro kurd bi piranî Firefox a tirkî bi kar tînin, lê li Başûrê Kurdistanê asta Firefox a Kurdî baş belav bûye.  Niha jî Firefox 5 derketiye û ji ya berê 5 qatan lezgîntir e.

Êdî înternet an bi Firefox an bi Firefoxê xweş e û bi kurdî xweştir e.

Lînka daxistina kurdî li jêr e.

Mozilla Firefox a Kurdî 5 Daxe


Bêjeyên Miftehî