1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Fransa leşkerên xwe ji Afrîka Navîn vedikişîne
Fransa leşkerên xwe ji Afrîka Navîn vedikişîne,fransa,leşkerên,xwe,ji,afrîka,navîn,vedikişîne

Fransa leşkerên xwe ji Afrîka Navîn vedikişîne

Fransa yekîneyên xwe yên leşkerî yên li Komara Afrîka Navîn, ku di mehên dawî de bi skandalên li ser îstîsmarkirina zayendî ya zarokan ketin rojevê, vedikişîne

A+ A-

BANGÛÎ - ANF Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande Komara Afrîka Navîn ziyaret kir û îlan kir, ku mîsyona leşkerên wan ên ji sala 2013'an û vir ve ji ber şerê navxweyî li vir in, bi dawî bûye.

Hollande da xuyakirin, ku Operasyona Sangarîs a ji ber şerê navxweyî hat destpêkirin û 2 hezar leşker tê de cih digirin, wê di meha Kanûnê de biqede. Hollande diyar kir, ew ê di nava xebatên 'ji nû ve avakirinê' yên li vî welatî de cih bigirin.

Di çarçoveya Operasyona Sangarîs de hînê 650 leşkerên Fransayê li Komara Afrîka Navîn in.

Tevî van leşkerên Fransayê, leşkerên li mîsyona Mînûsca ya Neteweyên Yekbûyî wezîfedar, bi îstîsmara zayendî ya zarokan, ketibûn rojevê. Lêpirsîna li ser vê skandalê jî hînê dewam dike.