1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Fransayî ne Sarkozy ne jî Hollande dixwazin
Fransayî ne Sarkozy ne jî Hollande dixwazin,fransayî,ne,sarkozy,ne,jî,hollande,dixwazin

Fransayî ne Sarkozy ne jî Hollande dixwazin

Li Fransayê ku di salên dawî de li hemberî bêkarî û pirgirêkên aboriyê li ber xwe dide, gel ne Nîcolas Sarkozy ne jî Françoîs Hollande dixwaze

A+ A-

PARÎS - ANF Li Fransayê ku di salên dawî de li hemberî bêkarî û pirgirêkên aboriyê li ber xwe dide, gel ne Nîcolas Sarkozy ne jî Françoîs Hollande dixwaze.

Li gorî anketa ji aliyê şîrketa Odoxa ve ji bo Le Parîsîen/Aûjoûrdhûî hat çêkirin, bi tenê ji sedî 24 ê Fransiyan dixwazin Serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy û Serokkomarê niha Françoîs Hollande ji nû ve bibin namzet. Ji sedî 74 ê Fransiyan naxwazin her du bibin namzet.

Rêjeya Fransiyên dixwazin Wezîrê Karên Derve yê berê û Şaredarê Bordeaûxê Alaîn Jûppê bibe namzet, gihaşt ji sedî 56'an.

Rêjeya Fransiyên li hemberî namzetiya namzetê Eniya Çep (Front de Gaûche) Jean Lûc Mêlenchon derdikevin bû ji sedî 76 û rêjeya dijberên namzetiya Cêcelî Dûflot a ji Kesan derket ji sedî 85'an.

Tevî Alaîn Jûppê, siyasetmedarên ku Fransayî bi erênî nêzî namzetiya wan dibin, bi rêjeya ji sedî 27'an Manûel Valls, ji sedî 37 lîdera nîjadperest Marîne Le Pen û ji sedî 33'anr e lîderê lîberal Françoîs Bayroû, ne.

Ji sedî 56 ê Fransiyan dan xuyakirin ku pêwîstî bi nûbûneke siyasetmedarên li welêt heye.

Lîderê rastgir Nîcolas Sarkozy di sala 2007'an de ji bo Serokkomariyê hatibû hilbiartin û bûbû serokkomarê herî zêde nîqaş li ser hat irin. Di tûra duyemîn a hilbijartinên 2012'an de li hemberî namzetê Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande têk çû. Sarkozy di nava vê salê de careke din li siyasetê vegeriya û serkêşî ji partiya xwe re kir.

Françoîs Hollande jî, ji ber ku sozên xwe yên li ser mijara çareseriya pirsgirêka bêkariyê bi cin neanî, rastî nerazîbûna gel tê.

Hilbijartina pêş a li welêt di Nîsana 2017'an de tê kirin. Tê payîn ku partî namzetên xwe di nava vê salê de diyar bikin.