1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fuze li Amedê nayên bicihkirin
Fuze li Amedê nayên bicihkirin,fuze,li,amedê,nayên,bicihkirin

Fuze li Amedê nayên bicihkirin

A+ A-

Beriya niha dihate gotin ku wê Sîstema Mertala Fuzeyan li Amedê bê bicihkirin. Lê hate îdîakirin ku wê ev sîstem li baregeheke leşkerî ya Meletiyê were bicihkirin.

Hat diyarkirin ku ji ber krîza Îsraîl û ji ber ku Amed navenda tevgera Kurd e, wê mertalê fuzeyan ne li Amedê, li Meletiyê bêne bicihkirin.

Tê gotin ku wê heta dawiya salê AN/TPY-2 were danîn û navendek a kontrolê li Elmanyayê jî were danîn. Wê rayedarek di asta generaltiyê de li vê navendê nunertiya Tirkiyeyê bike.

Radara ku wê di bin sîwana NATO’yê de li Tirkiyeyê were bicihkirin, bi eneriya tîrêjên xurt dixebite. Her wiha dikare gokek a fotbolê ya 4.700 km dûr tesbît bike.

ANF NEWS AGENCY