1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Fîlma Xwedawendê Şer ”Thor”
Fîlma Xwedawendê Şer ”Thor”,fîlma,xwedawendê,şer,thor

Fîlma Xwedawendê Şer ”Thor”

A+ A-

Thor di mîtolojiya Îskandînavyayê de xwedawendê şer e û bi çakûça xwe û siwareya xwe ya şer ku ji aliyê du bizinan ve tê ajotin ve navdar e.

Di fîlma bi navê Thor de, Chris Hemsworth rola sereka ango Thor dilîze û bi çakûça lid û tola xwe baz dide. Fîlm, bi dîmenên 3D jî serpêhatiyeke destanî ye.

Rola Odîn ku li gor mîtolojiya Îskandînavyayê xwedayê xwedanan e û Keyê Asgardê ye Anthony Hopkins dilîze. Hopkins di heman demê de derhêneriya vê fîlmê jî dike.

Di fîlmê de aştî û aramiya Keyaniya Asîmanan, roja ku dê kurê Odîn, Thor (Chris Hemsworth) zerzengê bide serê xwe, xerab dibe. Serokê Jotunheimê Laufey bi yekîneyeke piçûk ve tê qesrê û Thor ji ber vê pir aciz dibe, bi dû tola xwe dikeve û ji ber vê jî ji aliyê bavê xwe ve tê cezakirin. Bavê wî Odîn ew dişîne sirgûnê Midgardê ango cîhanê.

Mîrza Thor, li çola New Mexicoyê ji aliyê astrofîzîkvan Jane Foster (Natalie Portman) ve tê dîtin. Di vê navberê de gotegotek li nav gelê herêmê belav bûye ku çakûçek dîtine û ew çakûç bi tu awayî ji ciyê xwe nikare bê hildan.

Fîlm du saet dajo û bi dîmenên aksiyon û şer dagirtî ye. Fîlm her çendî li ser jiyana xwedawendê şer ê mîtolojiya Îskandînaviyan Thor be jî, senaryoya wê hma bêje bi temamî mîn aya He-man e. Di fîlma ”He-Man Masters of the Universe” de jî He-Man, bi cîhazekê dikeve rûyê erdê û piştî wî jî Skeletor û pêgirtiyên wî tên û şerek mezin dest pê dike. Heman mijar ji bo Thor jî derbas dibe, lewra Thor jî bi awayekî dikeve rûyê erdê û piştre bi yên kul i dû wî tên re şer dike. Lê dîsa jî fîlm bi efektên xwe yên dîtbarî û teknolojiya 3D, mirov di bin bandora fîlmê de dimîne.

Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî