1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Fîlmê ‘Helepçe’ li Dubaiyê xelat wergirt
Fîlmê ‘Helepçe’ li Dubaiyê xelat wergirt,fîlmê,helepçe,li,dubaiyê,xelat,wergirt

Fîlmê ‘Helepçe’ li Dubaiyê xelat wergirt

A+ A-

Di Festîvala Fîlman a Dubaiyê de belgefîlmê du kurdan xelat wergirt. Derhêner Sahim Emer bi fîlmê “Erdê Lehengan” xelata duyemîniyê, Derhêner Ekrem Heydo jî bi fîlmê “Helepçe-Zarokên Winda” Xelata Taybet a Jûriyê wergirt.

Festîvala Fîlman a Dubaiyê ku bi beşdariya nêzî 200 fîlman pêk hat, bi dawî bû. Di festîvalê de ji dehan welatan gelek sînemavan bi berhemên xwe amede bûn. Di pêşbaziya berheman de ji nava kurdan tenê 4 fîlm hatin qebûlkirin. Ji van fîlman 2 heb xelat wergirt.

Di Beşa “Mehîna Erebî ya Kurtefîlman” de Derhêner Sahim Emer, bi fîlmê bi navê “Erdê Lehengan” xelata duyemîniyê wergirt. Derhênerê fîlmê bi navê “Helepçe-Zarokên Winda” Ekrem Heydo jî Xelata Taybet a Jûriyê wergirt. Derhêner Ekrem Heydo, kêfxweşiya xwe ya ji bo xelatê ji AKnewsê re vegot.

Heydo, bal kişand ku 4 fîlmên kurdan di nava nêzî 200 fîlmî de ketine pêşbaziyê, ji wan 2 fîlman xelat wergirtiye û wiha got:

“Ev serkeftineke pir mezin e. Em pir kêfxweş û dilşad bûn. Em di wê baweriyê de bûn ku sînemavanên kurd berhemên pir bi qelîte diafirînin. Ev yek di vê festîvalê de careke din îzbat bû. Ev yek dê ji bo sînemavanên ciwan bibe teşwîqek. Divê kurd di qada sînemayê de bikaribin xwe nîşan bidin. Di wê festîvalê de derkete holê ku bi navê Helepçe hem Kurdistan kete rojeva cîhanê, hem Helepçe kete rojeva hunermendên wê festîvalê. Sînemavan bi vê bûyerê hesiyan, êşiyan, hestiyar bûn. Kesên ku haya wan ji kurdan tune ye, di vê festîvalê de, bi serkeftina fîlmên kurdî kurd û Kurdistan nas kirin.”

Heydo, destnîşan kir ku dema navê wî di festîvalê de ji bo xelatê hatiye xwendin, pir şad û bextewar bûye.

Hêjayî gotinê ye ku Ekrem Heydo bi heman belgefîlmê di festîvala “FîlmAmed” a Diyarbekirê de jî xelata yekemîniyê wergirtibû. Fîlmê Heydo, Di Festîvala Yılmaz Güney a Êlihê de jî ji fînalê re ma.

Ekrem Heydo ku ji Serêkaniyê ya rojavayê welat e, li Almanyayê perwerdehiya sînemayê dîtiye. Heydo, niha li Diyarbekirê di Konservatûara Aram Tîgran de dersê sînemayê dide şagirtan. md AKnews