1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Galaya fîlma 'Tê Bîra Min Helepçe'
Galaya fîlma 'Tê Bîra Min Helepçe',galaya,fîlma,tê,bîra,min,helepçe

Galaya fîlma 'Tê Bîra Min Helepçe'

Gala filma bi navê “Tê Bîra Min Helepçe” di 16’ê Adarê salvegera Qetlîama Helepçeyê de hat nîşandan.

A+ A-

Galaya fîlma “Tê Bîra Min Helepçe” ku derhênerê wê M. Şîrîn Harhar, senarîstê wê Abdullah Demîr, fîlmçêkerê wê Habîb Beyter e û di heman demê de ku parêzer û nivîskar Eşber Yagmurderelî jî têde rol girtiye li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di 16’ê adarê, 24’emîn salvegera Qetlîama Helepçeyê de hat nîşandan. Di galaya fîlm de destpêkê ji bo tevahî cangoriyên demokrasî û azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin. Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Selamet Erdogan, axifî. Erdogan got: “Îsal 24’emîn salvegera Qetlîama Helepçeyê ye. Em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin. Di rojek wiha de fîlmê “Tê Bîra Min Helepçe” ku Qetlîama Helepçe vedibêje galaya wê ango yekemîn car li wargeha me tê nîşandan pir bi wate ye. Her kesê ku keda wan di vî filmî de derbas bûye em spas dikin.” Derhênerê Fîlm M. Şîrîn Harhar jî axifî û got: “Îro 24’emîn salvegera Qetlîama Helepçe ye, galaya fîlm jî ku em îro nîşan didin ji bo me pir bi wate ye. Em hêvîdar in ku fîlmê me çêkiriye were ecibandin.”

(kom/mae)