1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Gavavêtina AKP'ê û derbaskirina ga di qula derziyê de - Cemîl Bayik
Gavavêtina AKP'ê û derbaskirina ga di qula derziyê de - Cemîl Bayik,gavavêtina,akp,ê,û,derbaskirina,ga,di,qula,derziyê,de,cemîl,bayik

Gavavêtina AKP'ê û derbaskirina ga di qula derziyê de - Cemîl Bayik

A+ A-

25.12.2014 09:44:58 Dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê gihîştine qonaxeke girîng a biryargirtinê. An dê di mijara demokratîkbûyîn û hişmendiya demokratîk de bi biryar bin, an jî dê sendrom û trawmaya piştî şerê cîhanê yê yekemîn careke din bijîn. Dê dawiya kesên ku rastî û xeyalan tevlihev dikin neşibe hev.

Rêberê Gelê Kurd pêşnûme amade kir û rêya çareseriyê nîşanî Tirkiyeyê da. Ji bo hemû gel û civakên Tirkiyeyê bi demokrasiyê, bi awayekî azad li gorî nasnameyên xwe bijîn projeyek pêşkeş kir. Tirkiyeyeke ku her nasname, ziman û çand xwe tê de bi rê ve bibin û azad bijîn. Tirkiyeyeke ku biratî û yekitiya gelan xera nebe. Tirkiyeyeke ku ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bibe model. Bi Tirkiyeyeke wiha ve konfederasyona demokratîk a Rojhilata Navîn ava dibe. Bi vî rengî projeyên wekî Şanghay tê binavkirin, dibin xwedî wate. Ger wisa nebe, bi hişmendiya Tirkiyeya duh û ya îro, dê aqûbeta hişmendiya Erdogan jî wekî aqûbeta Enver, Talat û Celal paşayan be.

Erdogan weazên wekî ‘Çima dibêjin Kobanê hey Kobanê, ne Kobanê Heleb stratejîk e’ dide. Aqil û fikra wî li ser stratejî û teqtîkan e. Mafên mirovan, mafên gelan ji bo Erdogan ne girîng in. Li şûna ku bêje Kobanê jî girîng e û Heleb jî girîng e, dibêje ‘Çima dibêjin Kobanê.’Piştre jî radibe û dibêje; ‘Piştre dê kantonan bikin yek û ev yek ji bo me xeter e. Em ê destûrê nedin vê yekê.’Bi van gotinan gefan li kurdan dixwe. Li gorî wî cîrantiya bi DAIŞ’ê re ne xeter e lê cîrantiya bi kurdan re xeter e! Ma bi vî aqilî dikare pirsgirêka kurd çareser bike?

Bi tenê Erdogan tiştekê dizane ew jî ‘yek milet, yek welat, yek dewlet û yek al’ e. Ya rasttir dibêje ‘tek ziman, tek ol.’Lê ji ber ku dê teşhîr bike, naxwaze vê yekê bi zimanekî aşkera bêje. Nasname û karekterê Erdogan yek nasname ye. Di vê zîhniyetê de cihê xweserî û xumaliyê tune ye. Hin tiştên mîna van gotinên Erdogan, Bulent Arinç jî di televîzyoneke ereb de anîbûn ziman. Pir aşkera got ku ew ê destûrê nedin tu mafên kurdan. Jixwe taybetmendiyeke hevpar a Erdogan û Arinç heye, her du jî dema ku dikevin valahiyekê rasterast nêrînên xwe yên nepenî û veşartî dibêjin. Ango bi awayekî aşkera û dobra xeber didin. Ev taybetmendiya wan dibe sedem ku ew rûyê xwe yê kirêt bêyî veşêrin aşkera nîşan bidin. Heyeta HDP’ê bi Yalçin Akdogan re hevdîtinan pêk tîne.

Piştî hevdîtinê heyet dibêje krîz derbas bû, serdemeke nû destpê dike. Yalçin Akdogan jî twîtên ku her tişt baş diçe, parve dike. Ji xwe li şûna ku bi tevî heyetê daxuyanî bide, li ser twîtê parvekirin, cidiyeta Yalçin Akdogan nîşan dide. Ger bi tevî heyetê derkevin pêşberî kamerayan, daxuyanî bidin ev tê wateya sozdayînê. Lê bi taybetî ji vê yekê direvin. Hikûmeta AKP’ê û dewlet bi taybetî ji sozên bi vî rengî, îmze û belgeyên nivîskî direvin. Ji ber ku hêj hişmendî neguheriye, hê jî hesabên xapandin û mijûlkirinê dikin. Demên berê dema Beşîr Atalay ji mîkrofonan re diaxivî, digot ‘Her tişt baş diçe’, ‘Pêvajoya çareseriyê di nuqteya herî baş de ye.’Lê tu tiştek baş neçû. Diçûn Îmraliyê dihatin, lê tu encam nedihat bidestxistin. Niha Yalçin Akdogan şûna Beşîr Atalay girtiye. Ew jî dibeje; ‘her tişt baş dibe’. Cudahiya navbera wî û Beşîr Atalay ew e ku; carna tiliya xwe dihejîne û tehdît dike. Başçûyîn ew e ku; di demeke kurt de muzakere destpê bikin û encam bê bidestxistin. Ji bo vê yekê, bêyî ku dem winda bikin mijarên sereke yên muzakereyê bên destgirtin, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêk were, di serî de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din biryarên hevpar bên girtin. Ger wisa nebe, bi gotina çûyîn û hatin çêdibin, derî û kanal vekirî hatine hiştin ve nagihêjin tu encamê. Tevgera Azadiya Kurd di mijara nexşerê û demê de hesas e. Bi tu awayî paşve avêtinê qebûl nake. Kî bibêje di vê serdemê de nabe, ew li pey xapandin û mijûlkirinê ketiye. An jî bi polîtîkayên AKP’ê yên xapandin û mijûlkirinê dixape.

Tevgera Azadiya Kurd ji bilî gavên pratîk û encamgirtinê, girîngiyê nade tu sozê. Yalçin Akdogan, hesasiyetên Tevgera Azadiyê wekî hesasiyetên kevn bi nav dike. Divê ev zat zanibe ku em dixwazin hişmendiya AKP’ê ya kevn biguherînin, bikin xwedî hişmendiyeke nû. Ji ber ku hê jî dibêjin yek û yek, xweserî nabe, ew nabe, ev nabe. Hikûmeta AKP’ê wekî berê tevdigere. Hê jî dixwazin serdestiyê bi kurdan re bikin, nasname û azadiya kurdan nas nakin û dixwazin tiştên berê bidin jiyîn. Di hişmendiya berê ku hebûn û azadiya kurdan red dikin de, bi israr tevdigerin. Mirov dikare gavavêtina AKP’ê bişibîne derbaskirina ga di qula derziyê re. Em dixwazin êdî AKP wekî berê tevnegere. Heta niha em bi ser neketin lê hêviya me ew e ku em ê vê carê bi ser kevin. Lê hatiye fêmkirin ku rizgarkirina AKP’ê ji hişmendiya berê, ji derbaskirina ga a ji qula derziyê zehmetir e.

Çavkanî: Azadiya Welat