1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gef xwarin û pêkanîn
Gef xwarin û pêkanîn,gef,xwarin,û,pêkanîn

Gef xwarin û pêkanîn

A+ A-

EFRÎN – Hêzên AKP’ê 40 guleyên BKC li şêniyên gundê Çeqela ya nêzî sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê reşandin.

Hêzên AKP’ê beriya demekê gef li cotkar û sewalvanên gundên Efrînê yên nêzî sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê xwaribûn û gotibûn ku eger zêdeyî 100 metreyan nêzî xeta sînor bibin ew ê wan gulebaran bikin. Îro jî gefa xwe ya gulebaranê li hember gundê Çeqela pêk anîn. Hêzên AKP’ê ji qereqola Bazîka 40 guleyên BKC avêtin gund.

Roja 13’ê Nîsanê jî hêzên AKP’ê gule li cotkarên gundên deşta Komîd, Kolalka, Corak û gundên Çeqela û Qermîtla yên navçeya Şiyê raşandibûn.

(ne)

ANHA


Bêjeyên Miftehî