1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Geliyê Zapê tê talankirin
Geliyê Zapê tê talankirin,geliyê,zapê,tê,talankirin

Geliyê Zapê tê talankirin

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Geliyê Zapê ku yek ji geliyê herî xweşik ê Kurdistanê ye ji ber ku ji her 10 kîlometreyê kanên kevin û madenê hatine vekirin roj bi roj tune dibe. Ji ber kanên kevir û madenan ava çemê Zapê jî li gorî demên borî kêm bûye, giyanewerên di avê de jî her diçe tune dibe.

Çemê Zapê ku ji navçeya Çelê ya Çolemêrgê ji hundirê çiya derdikeve û ji nava navçeye derbas dibe, diçe axa başûrê Kurdistanê di riya ku diçe dîmenên bêhempa derdixe holê. Geliyê Zapê ya ku av derbas dibe bi xweşikbûnên xwe yên bêhempa û dîmenan ve kesên ku dibîne sermest dike, gundên li gelî çandiniya ku bi ava çemê Zapê ve debara xwe dikin, cureyên giyanewerên li gelî jî bi ava çem ve dijîn. Lê di salên dawî de ji ber ku ji her kîlomtereyê kanên kevir û madenan hatine vekirin zirarê didin xwezaya gelî. Ji ber kanên kevir û madenan ava çemê Zapê jî li gorî demên borî kêm bûye, giyanewerên di avê de jî her diçe tune dibe.

'Çand, wêje û xwezaya me tune dibe'

Geliyê Zapê yê ku yek ji geliyê herî xweşik ê Kurdistanê ye ji riya Çelê heta Yenîkopruyê wekî ku tê talankirin. Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Xwezê ye Cîloyê Haci Tansu diyar kir ku geliyê Zapê ji bo Colemêrgê xwedî wateyeke girîng e û wiha axivî: "Geliyê me bûye mijara xweza, çand û wêjeya Colemêrgê. Li gelî gundên heyî bi ava gelî vê debara xwe dikin. Gelî ji Yenîkopruyê heta Çelê tê talankirin. Xwezaya wê tê texrîbkirin. Darên guzê ji şûnê derdixin. Kevir û ax dikevin cem. Li Depînê kanên kevir hene. Li ser riya Çelê kanên madenan hene. Herêma em dibêjin Miyan dikin kana kevir. Li vî herêmê çîrok hatine nivîsandin. Talana vê derê çand, wêje û xwezaya me tune dike."

Tansu anî ziman ku geliyê Zapê ji bo hin kesan tê pêşkêşkirin û wiha got: "Xweşikbûnên xwezayê, dîroka xwe ve ge geliyê me yê ku bi navû deng e bi kanên tên vekirin ve bi zanebûn tê texrîbkirin. Geliyê Zapê ji bo bê texrîbkirin hatiye parselkirin. Ji bo hin kesan pêşkêş dikin. Giyanewerên vir û xwezaya me tune dibe."

(sa)


Bêjeyên Miftehî