Gelo Barzanî dikare bibe serok?
Gelo Barzanî dikare bo cara sêyemîn bibe serok?
Herêma Kurdistana Federal divê 8’ê Îlonê careke din parlementoya xwe ya herêmî û serokê herêmê nû bike. Li gorî qanûnan, Mesûd Barzanî tenê dikare du caran bibe serok. Di serî de Tevgera Gorranê, partiyên muxalîf ên Başûrê Kurdistanê li dijî wê yekê ne ku Barzanî careke din bê hilbijartin. Ji bo vê pirsgirêka ku ber bi krîzê ve diçe li çareseriyê digerin.
Dê ji bo hilbijartinê 2,5 milyon hilbijêrên Başûrê Kurdistanê roja 8’ê Îlonê biçe ser sindoqên hilbijartinê. Dê meclîsên herêmê, parlementoya herêmê û serokatiya herêmê ji nû ve bê hilbijartin. Hêjayê gotinê ye ku Herêma Kurdistanê berevajoyê herêmên din ên Iraqê, cihê herî aram e û ji bo aramiyê weke “model” tê dîtin.
Li gorî gotûbêjên beriya hilbijartinê, mijara sereke ya ka dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yê 66 salî careke din bibe berbijarê serokatiya herêmê an na ye. Barzanî destpêkê, di sala 2005 de li parlementoyê ji aliyê wekîlan ve weke serokê herêmê hate hilbijartin. Di hilbijartinên gel ên ku 2009’ê pêk hatin de Barzanî ji sedî 69’ê dengan wergirt û careke din bû serokê herêmê.
Li gorî madeya duyemîn a qanûna serokatiya herêmê, seroka/ê herêmê dê bi dengê gel bê hilbijartin û madeya din a vê qanûnê jî dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê çar sal e û kesek dikare tenê du caran li ser hev bibe serok.”
TEVGERA GORRAN LI DIJÎ YE
Heta niha bi fermî nehatiye aşkerekirin ku Barzanî nikare careke din bibe namzed. Muxalîf ango Gorran û tevgerên Îlsamî (Yekgirtûy Îslamî û Komeley Îslamî) li dijî wê yekê ne ku Barzanî careke din bibe serokê herêmê. Hin endamên muxalefetê nerazîbûnên tund nîşanî vê yekê didin. Ji bo careke din were hilbijartin, li formulekê tê gerîn û li gorî PDK’ê Barzanî dikare careke din bibe serok.
Li gorî AFP’ê, ji kesên naskirî yên Tevgera Gorran Yusuf Muhemed got: “Em naxwazin Barzanî li ser desthilatiyê bimîne. Em naxwazin cara sêyemîn bê hilbijartin.”
Ji berdevkên PDK’ê Cafer Emnîkî ji ragihand: “Em ji bo Barzanî careke din bibe serok li rêyên qanûnî digerin”. Bi vî awayî PDK ji zêdebûna giraniya xwe ya di parlementoyê de bi bawer e. Tevî YNK’ê ji 111 kursiyên li parlementoyê xwediyê 69 kursiyan e.
Ji YNK’ê Goran Azad jî hewldanên din ên ji bo careke din Barzanî bibe serok, weke xebateke “îllegal” li qelem dide û dibêje: “Bitu awayî mafê wî tune ye ku careke din bibe namzed”.
Berpirsê Têkiliyên Siyasî yên Tevgera Goran Mihemed Hecî bi bîr xist ku meseleya serokatiyê bi qanûna hatiye diyarkirin û got: “Ger careke din bi xwe bibe namzed, helwesteke me dê hebe.”
Hefteya borî, ji nivîsgeha siyasî ya Yekgirtûya Îslamî Ebûbekir Elî jî ragihand ku ew guncaw nabînin ku Barzanî careke din bibe namzed.
BI YA PDK’Ê TU ASTENGIYEK TUNE
Cafer Emnîkî got: “Li gorî nêrîna PDK’ê serok Barzanî dikare careke din bibe namzed. Jixwe Barzanî tenê carekê bi dengê gel hatiye hilbijartin û dikare careke din bibe namzed. PDK ji bo formûlek ji çareseriyê re bibîne, bi pisporên qanûnan û aliyên din re hevdîtinê dike. Ji bo vê yekê lêgerîneke giştî heye. Barzanî ne şeydayê erkê serokatiyê ye, lê dikarin ji wî re pêşniyarê bibin.”
Encumenê serokatiya PDKê ya Silêmaniyê Ebdulwehab Elî dibêje: “Barzanî ji bo dirêjkirina dema serokatiyê daxwaz nekiriye, lê dibe YNK û PDK bi hev re ji Barzanî re pêşniyar bikin ku li ser wezîfeya xwe bimîne.” Elî got: “Em li hemberî biryara muxalefetê rêzdar in, lê dibe lîsteya piraniyê dibe Mesûd Barzanî hilbijêre.”
Li gel van nerazîbûnan, populertiya Barzanî li herêmê berdewam dike. Ger careke din bibe nazmed, dê bo cara sêyemîn bibe serokê herêmê. Li gel vê aramiya li herêmê, partiyên desthilat PDK û YNK gelek caran bi gendeliyê tên tawanbarkirin. Herî dawî, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) di meha sibatê de bal kişandibû ku rêveberiya Herêma Kurdistanê zextan li azadiya derbirînê dike, rojnamevan, muxalîf, çalak bêyi ku bêne sucdarkirin, têne girtin.
SUCDARKIRINA BI 'DÎKTATORIYÊ'
Hin derdor jî bi awayeke tund nerazîbûna xwe ya li dijî ji nû ve hilbijartina Barzanî nîşan didin. Li gorî AFP’ê, rêveberê berê yê Yegirtûy Îslamî ya Kurdistan Selehedîn Behaddîn got: “Meqamê dîkdatoriya herêmî li dîkdatoriyê tê. Bi tu awayî serî li welatiyan nadin.” Behaddîn ku rexneya xwe dijwartir dibêje dibêje: “Ger Barzanî dest ji projeyên xwe bernede, ew jî dê weke dîkdatorên din biçe.”
Li gorî rêveberê karên nivîskî yê kovara Livînê Ehmed Mîra jî ger Barzanî careke din bibe namzed, dê ev yek ji bo hemû herêmê bibe gavek ber bi paş ve.
Hêjayê gotinê ye ku di vê demê de ku gotûbêjên hilbijartinê hatin rojevê, rageşî û alaziya di navbera Hewlêr û hukûmeta Navendî ya Iraqê de gihiştiye asta herî jor. Lihevnekirinên li ser dahata petrolê û pirsgirêka Kerkûkê bi dijwarî berdewam dikin.
