Gelo di çar rojan de 6 leşkerên Kurd xwe dikujin?
Her roj li mirinên bi guman ên leşkeran yeke din jî zêde dibe. Di van çar rojên dawiyê de li Colemêrg, Xarpêt, Dîlok, Kastamonû û Çaneqeleyê 6 leşkerên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Hate angaştin ku ji van 6 leşkeran çaran xwe kuştine û her duyên din jî bi şaşitî gulle li hev reşandine. Lê malbatên leşkerên kurd jî ji van îdîayan bawer nakin û serî li İHD û Mazlum-Der dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Wezareta Parastinê ya Tirk ragihand ku di 5 salên dawiyê de 408 leşker xwe di qişleyan de kuştine.
Di 30’ê berfanbarê de, li 34. Fermandaraya Lîwaya Piyade ya navçeya Geverê ya Şirnexê leşkerê kurd ê bi navê Ahmet Sezgîn ji ber sedemek nehate zanîn bi gulleya leşkeran jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku di bûyerê de du leşkeran bi şaşitî gulle li hev reşandine û du leşker mirine. Malbata Ahmet Sezgîn a bi eslê xwe ji Êlihê ye, ji ber gumana ji mirina lawê xwe, alîkariya hiqûqî ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) xwestin.
Mirinek din a ku qişleya leşkerî pêk hat, di 31’ê berfanbarê de li navçeya Înebolû ya bajarê Kastamonû ya Tirkiyeyê qewimî. Hate angaştin ku leşkerê bi navê Dogukan Kahyaoglû yê 22 salî, di dema nobetê de xwe bi çeka hevalê xwe kuştiye. Malbata Kahyaoglû xwest der barê kuştina lawê wan de lêpirsînê bê destpêkirin.
Di roja dawî ya salê de hate angaştin ku leşkerê kurd Semîh Çîftçî ê ji navçeya Sêwerega Rihayê, dema ku li navçeya Islahiyeya Dîlokê nobet digirt xwe kuştiye. Çîftçî ku hate îdîakirin di sersalê de xwe kuştiye piştî cenazeyê wî anîn Sêweregê li Seweregê hate definkirin. Çîftçî ku 5 meh bûn, leşkeriyê dike neta zanîn ku çima hate kuştin. Xizmên Çîftçî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û MAZLUMDER’ê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.
Di heman şevê de, li Qereqola Cendirmeyan a Gundê Poyrazê yê Xerpêtê jî leşkerê kurd Lutfu Esmer yê 19 salî û ji navçeya Bêgiriyê ya Wanê hate kuştin û hate îdîakirin ku xwe kuştiye. Herî dawî, hate îdîakirin ku leşkerê kurd ê ji Dêrsimê Denîz Yûrtsever li navçeya Gelîbolû ya Çaneqeleyê xwe bi çeka g-3 ya hevalê xwe kuştiye. Bi vî awayî di nava çar rojan de 6 leşkerên kurd bi awayeke bi guman hatin kuştin. Malbatan dan diyarkirin ku tu pirsgirêkên derûnî yên zarokên wan tune bûn û dest bi hewldanên hiqûqî kirin.
“EM BAWER NAKIN KU XWE KUŞTIBE”
Pismamê Semîh Çîftî, Şêxmûs Çîftçî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew bi tu awayî ji bûyera xwekuştinê bawer nakin. Çîftçî got ; “Pismaê min Semîh herî dawî di şeva sersalê de, demjimêr di 20:00 bi malbatê re axivî. Rayedarên leşkeran îdîakirin ku du demjimêr piştî vê axaftinê Semhî xwe kuştiye” û diyar kir ku tu pirsgirêkên wî yên derûnî tune bûn. Çîftçî diyar kir ku Semîh her tim pir keyfxweş bû û got ; “Em ji meseleya xwekuştinê gelek bi fikar in. Me rapora otopsiyê xwest. Em ê vê bûyerê bişopînin.”
'EV YEK NE MANTIQÎ YE'
Xwîşka Denîz Yûrtsever, Songul Alver jî got ku dê birayê wî di meha çileyê de terhîs bibûya û diyar kir ku tu pirsgirêkên Denîz ên derûnî jî tune bûn.
Xwîşka Denîz, Songul Alver, diyar kir ku li gorî tiştên ku rayedaran ji wana re gotine ‘ birayê min gotiye beraz hatin’ ji hevalê xwe çeka G-3 xwestiye û piştre xwe kuştiye. Alver got; “Lê ev yek ne mantiqî ye. Jixwe pir zor e mirov çeke wiha li dilê xwe bixe û xwe bikuje. Ez bawer nakim ku birayê min xwe kuştibe, herî dawî, ez roja yekşemê pêre axivîm. Keyfa wî xweş bû, tu pirsgirêkên wî tune bûn.”
“ÇIMA HER TIM ZAROKÊN KURD XWE DIKUJIN?”
Li Qereqola Cendirmeyan a Gundê Poyrazê yê Xerpêtê jî leşkerê kurd Lutfu Esmer yê 19 salî û ji navçeya Bêgiriyê ya Wanê hate kuştin û hate îdîakirin ku xwe kuştiye. Xalê Esmer, Mehemet Guneş destnîşan kir ku xwarziyê wî ne kesek wisa ye ku xwe bikuje. Mehmet Guneş bal kişand ku tê gotin ku piraniya zarokên Kurdan ên ku diçin leşkeriyê her tim an xwe kuştine, an jî bi qezayê hatine kuştin û wiha domand; “Gelo tenê leşkerên Kurd xwe dikujin? Gelo ev leşkertî tiştek çawa ye zarokên me dikuje? Çi wir çi diqewime? Ev zarokê çima qeymîşê cane xwe dibin?”
ANF NEWS AGENCY
