Gelo ev jî gora komî ya dema AKP'ê ye?
Piştî li baregeha JÎTEM'ê ya Amedê de hestiyên mirovan hatin dîtin, nîqaşên gorên komî careke din di rojevê de cihê xwe girtin. Hinek wêneyên di sîteyeke înternetê de hatin weşandin xwîna mîrovan di cemîdîn e. Di wêneyên hatin zanîn di sala 2007'an de hatin kêşandin de cenazeyên HPG'iyan ên di pevçûna li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan piştî îşkenceyê ji aliyê leşkeran ve tevlî hev di çalan de tên definkirin. Parlementerên AKP'ê ji bo hestiyên li baregeha JÎTEM'ê derketin holê gotin, "Ji ber axrijê ye" Bûyera di dema AKP'ê de pêk hat jî pirsa "Gelo ev jî ji ber axrijê ye?" tîne hişên mirovan.
Bûyerên kiryar nediyar û pêkûtiyên li dijî cenazeyan ên dijî mirovahiyê her roj bi belge û delîlan derdikevin holê. Li herêmê hemû cihên tên kolan hestiyên mirovan derdikevin holê. Hin caran jî di wêneyên di hinek sîteyan de tên weşandin ev heqîqat derdikevin holê. Kesê bi navê Kemal G. ê ku tê texmînkiirn li navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkerî kir, wêneyên endamên HPG'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan hatin perçekirin û di erdê re tên rakişandin di rûpela xwe ya facebookê de weşandin. Di wêneyên xwîna mirovan di cemîdîne de li ser cenazeyên nîşaneya "serkeftinê" tê bilindkirin.
Li qada pevçûnê hatin definkirin
Di wêneyan de cenzae ji aliyê leşkeran ve li qada pevçûnê di çalên hatin kolandin de tên definkirin nîşan dide. Di wêneyên hatin kêşandin de dîrok dema AKP'ê nîşan dide. Cenaze bi awayekî xemsar tên definkirin û li ser hinek cenazeyan şuna axê keviran danîn ser. Dîroka wêneyan jî 29.09.2007 e.
Rayedarên AKP'ê di hemû fersanden de dibêjin ew bi ser bûyerên kiryar nediyar de diçûn. Wekîlên AKP'ê ji bo hestiyên li baregeha JÎTEM'ê derketin jî bersivên gelek sorsert dan. Wêneyên hatin weşandin weke bersiva gotinên rayedarên AKP'ê ye. Parlementera AKP'ê ya Amedê Oya Eronat a ku şuna Hatîp Dîcle yê ku wekîliya wî hate xistin çû Meclîsê têkildarî hestiyên li baregeha JÎTEM'ê derketin de got "Ji axrijê ye" û xwest ku bi van gotina gorên komî veşêre. Wêneyên derketin holê pirsa "Gelo ev jî ji axrijê ne?" tîne hişên mirovan.
Hiqûqa şer nayê bikaranîn
Di madeyên 15, 16 û 17'an ên Peymana Cenevreyê de şertê; "Di şer de divê xwedî li cenazeyên kesên jiyana xwe dest din bê derketin, nasname û sedema mirinê bi awayekî rêk û pêk bê dîtin û ji aliyê din re bê gotin, li gorî rûmeta mirovan nêzî cenazeyan bibin û li gorî vecîbeyên olî bên definkirin û piştî şer bi dawî bû bên derxistin û teslîmî malbatan bên kirin" hatiye danîn. Lê di salên 1990'an de li herêmê hiqûqa şer nehate bikaranîn û pêkutiyên dijmirovahî yên li dîjî cenazeyên PKK'iyan hêj jî berdevam dike.
Dema mirov berê xwe dide daneyên salên dawî pêkutiyên li dijî mirovahiyê yên li cenazeyan tên meşandin wekî rêbazekê xwe nîşan dide. Mînakên tenê di dema AKP'ê de hatin jiyîn her diçe dirêj dibe. Ji wan mînakan hinek wisa ne;
*Di 30'ê hezîra û 1'ê tîrmeha 2010'an de 12 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên anîn Sêrtê jê ber hatibûn şewitandin ji aliyê malbatan ve nehatin teşhîskirin. Lê dîmenên di telefona leşkerekî de derketin holê wehşet raxist berçavan. Di dimenan de cenaze hemû tên tansîn û li cem hev rêzkirine û leşker li ser wan poz didin. Hate îdîakirin ku cenaze hatin şewitandin.
* Di sala 2009'an de cenazeyên endamên HPG'ê yên di pevçûna Çiyayê Cudî de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê leşkeran ve di erdê re tên rakişandin û didn ber pênan. Ev dîmen jî bi telefona leşkerekî derketin holê.
* Cenazeyê ji 5 endamên HPG'ê yên di 17'ê hezîrana 2010'an de li gundê Tutenlî yê navçeya Kelkîtê ya Gumuşhaneyê jiyana xwe ji destan Ozgur Doghan (Sîpan Aras) ê ku şopa çekên kîmyevî li ser heyî hate şewitandin û di wêneyê hatin kişande serê wî bi madeyekî wekî astîê hate şewitandin.
*Li ser cenazeyên endamên HPG'ê yên di 1'ê nîsana 2011'an de li navçeya Hassa ya Hatayê jiyana xwe ji destan şopa îşkenceyê û şewatê hate tesbîtkirin.
* Li ser cenazeyên endamên HPG'ê yên di pevçûna li navçeya Pilemûriyeyê ya Dêrsîmê di 26'ê nîsana 2011'an de jiyana xwe ji dest dan şopa şewatê hatin dîtin û çavên wan hatin derxistin hate tesbîtkirin.
* Li ser cenazeyên endamên HPG'ê yên li navçeya Pazarcikê ya Gurgumê jiyana xwe ji dest dan şopa îşkenceyê hate tesbîtkirin û hate dîtin ku çavên wan hatin derxistin.
Daxwaz BDP'ê ya ji bo bûyer bên lêkolînkirin her tim ji aliyê partiyên din ve hate redkirin. DÎHA (ft/
