1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelo hikûmet dîsa li dema OHAL'ê vedigere?
Gelo hikûmet dîsa li dema OHAL'ê vedigere?,gelo,hikûmet,dîsa,li,dema,ohal,ê,vedigere

Gelo hikûmet dîsa li dema OHAL'ê vedigere?

A+ A-

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, diyar kir ku ji bo têkoşîna bi PKK'ê re dê polîsan çalaktir bike û 5 hezar kesan di sînor de peyvirdar bike. Her wiha Serferandarê Giştî jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku dê 5 hezar û 103 leşkerên bi peyman bidin xebitandin. Vê hewldana Serokwezîr Erdogan û Serfermandar pirsa gelo dê dîsa li deba berê vegerin anîn hiş û aqilan.

Li aliyekî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan diyar kide ku dê tiştên baş çê bibe, li aliyê din di aliye leşkerî û polîsan de pêkanînen nû tîne. Dema mirov bala xwe dide raporên komeleylên mafên mirovan dibîne ku her diçe binpêkirina mafan zêde dibe û dîsa herêm ber bi OHAL'ê ve vedigere. Li gorî rapora MAZLUMDER'ê di sala 2010'an de 154 kes hatin kuştin. Di heman raroprê de hate diyarkirin ku di sala 2010'an de 82 kes rastî îşkenceyê hatine. Li gorî rapora TÎHV'ê jî di sala 2010'an de 363 kesan bi îdîaya îşkenceyê seri li wan daye û 161 kes rastî îşkenceyê hatine. Li gorî rapora ÎHD'ê ya 2010'an jî dîsa 6 kesan di bin çavan de jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hate diyarkirin ku 29 kes bi hinceta li hişyariya 'raweste guhdar nekiriye' hatine kuştin û 72 kes birîndar bûne. Dîsa 22 ji aliyê kesên nediyar ve hatine kuştin û 65 birindar bûne. 280 kes jî di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine.

Rewşa Awarte (OHAL) di 1984'an de ket meriyetê û li bajarên herêmê li dijî PKK'ê dest bi têkoşînê kir. Piştî li herêmê OHAL hate sazkirin bi hezaran gund hatin valakirin, bi hezaran mirov ji aliyê kesên neyidar ve hatin kuştin û revandin. Her wiha hikûmeta AKP'ê di sala 2007'an de her çend OHAL bi awayekî fermî rakir jî dîsa bi zêdekirina rayeya polîsan di piratîkê te tiştek nehat guhertin. Dîsa binçavkirin, girtin, îşkence û kuştinê berdewam kir.

Di serdema AKP'ê de piştî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a "Zark bin jî jin be jî çi pêwist be dê bê kirin" di bûyerên 28'a Adara 2006'an de 6 jê zarok 14 kesan bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest da. Di buyerêdê Abdullah Duran (9), Enes Ata (8), Mahsum Mızrak (17), Emrah Fidan (17) û Îsmail Erkek (8) jiyana xwe ji dest dan.

Dîsa di çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibata 2008'an de li ser daxuyaniya Erdogan a "Kesên derevin pêşberî welatiyên me mirov nikare ji wan re bêj gule gule" li Cizîrê Yahya Menekşe yê 16 bi panzêrê hate qetilkirin. Di 9'ê Cotmehêde dîsa di çalakiyên şermezarkirina derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeê de polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û zarokê 18 mehî Mehmet Uytun hate qetilkirin. Dîsa zarokê 15 salî Enver Turan bi guleya leşkeran hate qetilkirin. Zarokê 14 salî Bîrem Basan jiyana xwe ji dest dan.

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan anî ziman ku daxuyaniya Serokwezîr wan dixe nava fikaran û pirsa gelo Tirkiye dîsa bi salên 1990'an de vedigere tîne hişê mirovan. DÎHA (mae)