1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Gelo mirovek dikare vê hovîtiyê bike?'
'Gelo mirovek dikare vê hovîtiyê bike?',gelo,mirovek,dikare,vê,hovîtiyê,bike

'Gelo mirovek dikare vê hovîtiyê bike?'

A+ A-

ÎBRAHÎM ASLAN/MEHET ZEKÎ ÇÎÇEK

KOBANÊ (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ'ê, her roj li Kobanê sîvîlan hedef digirin. Sîvîlên di êrîşên DAIŞ'ê de zarokên xwe yên biçûk û xizmên xwe winda kirine dibêjin, "Gelo yê mirov be dikare vê hovîtiyê bike? Ev ne mirov in."

Çeteyên DAIŞ'ê li her cihê dagir dikin, çi bi çek çi jî bê çek her kesî hedef digirin û bi rêbazên hovane wan qetil dikin. Van komkujiyên xwe jî bêyî dudiliyê, li ser navê "Îslamê" di malperên xwe de diweşînin. Êrîşên li hemberî Kobanê ket roja 95. Çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran ji şervanên YPG/YPJ'ê dixwin, hema hema her roj bi topên hawanê û çekên giran êrîşî herêmên sîvîl lê dijîn dikin."

Ji ber êrîşa pêr a çeteyên DAIŞ'ê ya bi topa hawanê, yek jê zarok 3 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan, 2 sîvîl jî birîndar bûn. Fatma Mislim a di êrîşa DAIŞ'ê de kurê wê Mistefa Ebûd û hevserê wê yê ji pêkhateya Ereb Ehmed Ebûd (50) jiyana xwe ji dest dan û zaroka wê Emîra Ebûd a 16 salÎ birîndar bû, anî ziman ku piştî êrîşên DAIŞ'ê ew ji gund derketine û got, "Em jî bi hevser û zarokên xwe re, li cem xizmên xwe yên li gundê Tewşo bicih bûn. Ji bo heywanên me telef nebin, me sê mehan li ber xwe dan lê belê piştî ku çeteyan êrîşî wir jî kirin, me xwe li xeta sînor girtin. Hevserê min heywanên me derbasî Tirkiyeyê kir, lê belê li wê derê gelek ji me hatin dizîn, yên mayî jî bi nîv buhayî firot. Dema em li ser sînor bûn leşkerên Tirk gaz diavêtin. Ji ber ku me nikarîbûn xwe lê rabigirin, em hatin nava bajêr. Di dema êrîşê de ez li cem cîranan bûm. Dema hatim malê min bihîst ku top li mala min ketiye. Van zalimên DAIŞ'ê mala min şewitandin. Kurê min hînê 12 salî bû, kezeba min şewitî, jiyana min qediya."

Fatma Mislim li ser serê kurê xwe yê birîndar pirsa "Gelo yê ji xwe re dibêje ez mirov im, dikare hovîtiyeke bi vî rengî bike?" kir û got, "Ev ne mirov in. Ji xwe re dibêjin Misilman in. Lê gelo Misilman serê mirovan jê dike? Hovîtiyê dike? Misilmantiyeke bi vî rengî nabe. Dema top li malê ket, ji ber ku keça min li odeya pişt bû, ji destê xwe birîndar bû. Lê dema bav û kekê xwe di nava xwînê de dît, şoq derbas kir. Hînê nikare bê ser hişê xwe û nikare razê."

'Em ê li ser axa xwe bi rûmeta xwe bimirin'

Ji xizmên malbata Ebûd Bîlal Tirkî jî anî ziman ku ji ber DAIŞ'ê wan her tiştê xwe terikandine û got, "Gelo ev mirovahî ye? Ev ne karê Misilmantî û mirovahiyê ye, karê hovan e. Hawanan diavêjin me. Em di rewşeke zehmet de ne, lê çi dibe bila bibe ew ê negihêjin armanca xwe. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. Em ê li ser xaka bi rûmeta xwe bimirin. Top jî li ser me bibare, xaniyên me jî hilweşe, zarokên me jî bimire, em ê xaka xwe neterikînin. Li şûna çûyîna Tirkiyeyê, em ê li ser xaka xwe bimirin."

Bavê Ezîze Kîno ya 8 salî ku di 12'ê Mijdarê de di êrîşa hawanan a çeteyan de jiyana xwe ji dest da Kerho Kîno jî anı ziman ku ev zilma DAIŞ'ê ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn û got, "DAIŞ ji deverên cuda yên cîhanê zaliman kom dike, gelo çi karê wan li vir heye? Ji me çi dixwaze? Li bajarê bi hezaran sîvîl hene û çete her roj hawanan diavêje cihê sîvîlan. Ji ber hawana wan keça min a 8 salî şehîd ket. Ne wesayît bi me hiştin ne jî xanî, çi ji me dixwazin? Dibêjin Kobanê 'Qûdis' e. Qûdis ne vir e, Îsraîl e, eger gelekî Misilman in bila biçin wê derê. Misilman misilmanan serjê dike? Mirov ji bo axa xwe dimire. Em ê jî ji bo Kobanê bimirin, lê xaka xwe neterikînin. Xwîna ewqas ciwanên me herikîn, em çawa dikarin vê xakê biterikînin? Divê ev çete ji kokê ve bên rakirin. Ji ber ku ti eleqeya van bi mirovahiyê re nîne."

(bd/wk)