1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Gelo sedema erdheja Japonya ev e?
Gelo sedema erdheja Japonya ev e?,gelo,sedema,erdheja,japonya,ev,e

Gelo sedema erdheja Japonya ev e?

A+ A-

Der barê erdheja li Japonya de zanistan îdiayeke wisa anîn ziman ku dê pir were axaftin.

Zanistan anîn ziman ku erdheja li Japonya pêk hat dibe ku ji ber 'Supermoon' a ku heftiya pêş dê çêbibe pêk hatibe.

Zanist tînin ziman ku Heyv dê 221 hezar û 567 mîl dûrî cîhanê derbas bibe û ev dê bibe sedema ku gelek tiştên ne li rê bibin, ji ber ku ev 18 sal in heyv tu carî evqasî di nêzîk re derbas nebûye. Ev rewşa Heyvê bi îngilîzî wekî 'Supermoon' tê binavkirin.

Zanistan ev raman û îdia çend roj berê anîbûn ziman. Lê zanist niha nikarin îspat bikin ku Heyv çawa bandoreke bi vî rengî li ser cîhanê dike. Dîsa jî ew tînin ziman ku Heyv dikare bibe sedema hatûçoyan û heta gir û çiyayên volkanîk dikarin ji nû ve der bibin.