1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Gelo stargeha jinan bi tenê cihê razanê ye?
Gelo stargeha jinan bi tenê cihê razanê ye?,gelo,stargeha,jinan,bi,tenê,cihê,razanê,ye

Gelo stargeha jinan bi tenê cihê razanê ye?

A+ A-

ÛMÛT AKPINAR - ÎZMÎR 02.10.2013 07:31:01 Jinên ku ji ber xeteriya jiyanê xwe ji neçarî xwe li stargehên jinan digirin, li vê derê jî ne rehet in. F.S. ya demekê li Stargeha Jinan a Bornova ma da xuyakirin ku jinên xwedî pirsgirêkên psîkolojîk ên ji ber bûyerên hatine serê wan, li stargehan hîn bêtir mexdûr dibin.

Jinên ku ji tundiya hevser, bira, bavê xwe, ji ber rîska mirinê xwe li stargehan digirin, gelo hesasiyeta pêwîst ji wan re tê nîşandan? Ji van jinên ku hema hema tevahiya wan mexdûrên tundiyê ne, bi tenê cihekî xwe lê bistirê tê dayîn?

F.S. ku piştî du mehan li Stargeha Bornova ma û ji ber bûyerên li wir hatin serê wê ji stargehê derket, daxuyaniyên ku dikarin ji pirsên li jorê re bibin bersiv da.

JIN TERKÎ QEDERA XWE TÊN KIRIN

F.S. bibîr xist ku jinek ji neçarî berê xwe dide stargeha jinan û got, "Eger jinek biçe stargeheke jinan, ev tê wê wateyê; ku ya cihê biçe nîne yan jî neçare bireve, xwe veşêre. Rewş çi dibe bila bibe, pêwistiya jinên li wê derê bi alîkariya derûnî heye. Eger jinek li wê derê ji qedera xwe re bê terikandin, nayê zanîn ku ew kes dê serî l kîjan rêyan bide, dê çi bike..."

‘JI TUNDIYÊ DIREVIN, DIKEVIN NAVA TUNDIYÊ’

F.S. diyar kir ku jinên xwe li stargehan girtine divê "tavilê bên rehabîlîtekirin" û got, "Jina xwe li wir bigire, divê beriya her tiştî bê rehabîlîtekirin. Ya min dît ev e; Ti ji hevalên jin ên li wê derê ne normal in. Hemû ji wan an rastî tundiyê hatine û mirovên nêzî tundiyê ne yan jî psîkolojiya wan gelekî xera bûne, tengav bûne. Ji ber ku ev jin desteka psîkolojîk nabînin, dema tên cem hev, xeteriyek derdikeve holê. Ji ber vê yekê hejmara jinên li vê saziyê heqaretê li hev dikin, li dijî hev serî li tundiyê didin, zêde dibe. Dayikên ku ji tundiyê reviyan e lê di nava tundiyê de ne, gelek in! Di nava saziyê de gelek jin hene ku bi lêdanê dixwaze zarokê xwe mezin bike. Sazî dest li vê rewşê wernade. Hişyariyên seranser dike. Lewma pêwistiya jinan bi alîkariyeke profesyonel heye."

‘DI XWARINÊ DE HÎJYEN NÎNE’

F.S. da xuyakirin ku pirsgirêkeke din a ew li stargeha jinan lê rast hat mijara "hîjyen"ê ye û got, "Mijareke din a girîng li stargeha jinan xwarin û hîjyen e... Başe ku rojê 3 caran xwarinê tê dayîn. Carna di navberê de jî xwarin tê dayîn. Yanî xwaringeh nayê girtin. Lê belê ya xerab e, xwarin gelekî nebaş e! Timî heman xwarin tê çêkirin û xwarin qet ne paqij e. Ji nav timî pırç, kevir hwd. derdikevin."

DI HUNDIR DE BIKARANÎNA TELEFONÊ QEDEXE YE!

F.S. ragihand ku li saziyê qedexeyên balkêş derdikeve pêşiya wan û got, "Pêkanîneke balkêş. Li hundir telefon qedexe ye! Li hewşê bi telefonê tê axivîn. Lê belê gava yek dikeve hundir, ewlekarî dest datîne ser telefonan. Çima? Sedema 'tedbîra ewlekariyê' tê nîşandan. Ewlekariya çi? Ya ku guman jê tê kirin, yê li pêşber dikare bi rêya telefonê cih tespît bike? Kes nikare ewçend bibe ajan! Mijar ev e; Jinên wê derê dema li kar digerin û ji bo têkiliyê nûmarayên telefonê dide wan, der heqê kar de agahî nayê stendin. Ji ber ku telefon girtî ne! Piraniya van jinan, ji ber vê yekê nikarin kar bibînin. Ji ber ku nikarin telefonên xwe li hundir bikar bînin. Bila çi bikin, bila tevahiya rojê li hewşê rûnên?"

F.S. diyar dike ku saziyên bi vî rengî di şûna hêsankirina karên jinan de karên wan girantir dikin û destnîşan dike ku divê ev sazî ne astengdar, saziyên azadkirin û çêker bin.