`Gelê Kurd dê biryara dîroka pîrozkirina Newrozê bide`
Kişanak: Gelê Kurd dê biryara dîroka pîrozkirina Newrozê bide
Stenbol - Hevseroka Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak, Parlementerên BDP’ê yên Stenbolê Sehabat Tuncel û Sirri Sureyya Onder, û Hevseroka BDP’ya Stenbolê Asiye Kolçak, li avahiya BDP’ê ya Stenbolê der barê xebatên Newrozê de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Kişanak got; “Newroz dê di çaroveya daxwazên gelê me de, li cihê ku bixwazin û kengê bixwaze dê bê pîrozkirin.”
HIKÛMET LI PEY PROVAKASYONA NE
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanakê biryara qedexekirina pîrozbahiya Newrozê ya ku dê di 18’ê adarê de li Kazliçeşmeya Stenbolê bê pîrozkirin,weke provakasyon nirxand û got; “Aşkere ye ku hikûmet li pey provakasyona ne û dixwaze dîsa rageşî û tevlîheviyê derbixe.”
Kişanak destnîşan kir ku heta niha hikûmetek mîna hikûmeta AKP’ê hizûra welatê xwe xirab bike nehatiye dîtin û diyar kir ku ya ku dixwaze provakasyon, rageşî û tevlîheviyan derbixe hikûmet bi xwe ye. Kişanak diyar kir ku wana beriya 15 rojan serlêdan kirine, ger niyetek wan a baş hebûya, dê beriya niha bi wana re biaxivîbûna.
'DI NAVA VÎ GELÎ DE BI HEZARAN KAWAYÊN HESINKAR HENE'
Kişanak gotina “Newrozê di roja wê de pîroz bikin” weke hincet bi nav kir û diyar kir ku rabirdûyek şoreşgertî ya gelê Kurd heye û got; “Ji bo gelê Kurd têkoşîna li hemberî zaliman navê berxwedanê ye. Niha Dehaqan vê biryarê girtine û xwe weke Dehaqên sedsala 21. îlan kirine. Lê bila vê yekê baş bizanin ku di nava vî gelî de bi hezaran Kawayên Hesinkar jî hene.”
Kişanak got; “Newroz dê di çaroveya daxwazên gelê me de, li cihê ku bixwazin û kengê bixwaze dê bê pîrozkirin.”
BILA NEWROZ BIBE BÊHDANA FERMÎ
Kişanakê bi bîr xist ku BDP’ê ji bo Newroz bibe roja fermî ya bêhndanê pêşnûme daye Meclîsê bang li Erdogan kir ku Newrozê weke bêhdana fermî qebûl bikin û got; “Em vê qanûnê derbixin, em ê Newrozê di 21’ê de pîroz bikin.”
Kişanak got; “Pirsgirêk ne tenê Stenbol e. Li bajarên din jî pirsgirêk heye. Ji ber wê jî em ê der barê mijarê de li navenda xwe ya giştî bicivin û biryara xwe aşkere bikin. Lê Newrozê dê li cih û di dema gelê me bixwaze de bê pîrozkirin.”
ANF NEWS AGENCY
