1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Gelê Kurd wê Kobanê ji nû ve ava bike'
'Gelê Kurd wê Kobanê ji nû ve ava bike',gelê,kurd,wê,kobanê,ji,nû,ve,ava,bike

'Gelê Kurd wê Kobanê ji nû ve ava bike'

A+ A-

RIHA (DÎHA) -Endamê Komîsyana Dîplomasiyê ya KCD'ê Senanîk Oner û Endamê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re Farûk Tatli der barê operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê û rewşa welatiyên Kobaniyên li Pirsûsê nirxandin. Tatli diyar kir ku bi şervanên YPG/YPJ'ê gav bi gav ber bi rizgariyê ve diçin, lewma welatiyên Kobanê dixwazin demildest vegerin welatên xwe û got: "Em heta niha çawa li berxwedana Kobanê xwedî derketin em ê heta dawiyê li vê berxwedana wan xwedî derkevin." Oner jî anî ziman ku dema Kobanê temam rizgar bibe wê gelê Kurd bi destê hev bigire û Kobanê ji nû ve ava bike.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji 15 Îlonê de vir ve li ser Kantona Kobanê didome û her diçe çete têk diçin. Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê jî ya li hemberî çeteyan di roja 113'an de dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya operasyonên xwe de gelek taxên Kobanê xistin bin kontrola xwe. Bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man xaka xwe biterikînin, êdî vedigerin Kobanê. Welatiyên Kobanê yên li konbjaran û li navend û gundên Pirsûsê dimînin jî bi kelecanekê mezin li hêviya vegera axa xwen e û bi sedan welatî jî vedigerin Kobanê. Di destpêka şer de di serî de şaredariya Pirsûsê û welatiyên Pirsûsê xwedîderketinek destanî nîşan dan. Endamê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re Farûk Tatli der barê rewşa Kobaniyên li Pirsûsê yên li konbajaran dimînin û ji bo vegera Kobanê axivî. Tatli diyar kir ku berxwedana Kobanê ya dîrokî di dinê de yek mînak e û heta Kobanê rizgar nebe dê her tim şev û roj xebatên xwe bidomîn e.

'Pirsûs û Kobanê yek e'

Tatli da zanîn ku ev nêzî du sal in bi avakirina kantonê re her tim alîkarî û piştgirî daye Kantona Kobanê û ev nêzî du meh in ev alîkariyên wan Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava didome. Tatli destnîşan kir ku bi hevkariya şaredariyên li Kurdistanê, perlementerên HDP, welatiyên hemû deverên Kurdistanê û Tirkiyeyê, Ewropayê bi awayekî seferberî heta ji destên wan tê pirsgirêkên Kobaniyan çareser dikin. Tatli bi lêv kir ku nifûsa Pirsûsê bi koçberiya Kobaniyan re ji nişka de bû ye du qat û got: "Em di serî de li cem welatiyên Kobaniyan e û heta dawiyê jî em ê li cem wan bin. Pirsûs û Kobanê wek goşt û neynûkê ye. Ti kes nikare me û Kobanê ji hev veqetîn e."

'Em ê heta dawî xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin'

Tatli bal kişand ser operasyonên paqijkirinê yên şervanên YPG/YPJ'e û wiha axivî: "Ev hefteyek zêde şervanên YPG/YPJ'ê dest bi operasyonên paqijiyê kirine û gelek tax û herêm xistine bin kontrola xwe. Çete her diçe têk diçin û direvin. Ji ber vê yekê welatiyên Kobanê yên li Pirsûsê dimînin jî li benda vegera axa xwe ne. Heta niha jî bi sedan malbat derbasî Kobanê bûne. Di van vegeran de wezîfeyeke din dikeve ser milê. Divê em hinekî din bixebitin ji bo Kobaniyan. Mixabin bajar wêran bûye, xanî ji sedî 80 hemû xera bûne. Dema biçin Kobanê jî dê gelek zehmetiyan bikşînin. Em ê li Kobanê jî li xwişk û birayên xwe xwedî derbikevin. Di vê derê de jî bangawaziya min li welatiyên me heye. Divê em çawa li vê derê li wan xwedî derketin, li Kobanê jî xwedî derkevin. Çi kêmasiyêb wan hebê divê em bibînin. Em heta niha çawa li berxwedana Kobanê xwedî derketin em ê heta dawiyê li vê berxwedana wan xwedî derkevin."

'Tu kes weke kobaniyan evîndarê welatê xwe nîn e'

Tatli destnîşan kir ku avakirina Kobanê wezîfeya wan a sereke ye û heta bajarekî nû ava bikin dê wan konbajaran jî bikşînin wêderê û wiha pê de çû: "Welatiyên Kobanê evîndarê welatê xwe ne. Heta niha min ti kes wiha ne dîtiye. Ewqas ji welatê xwe hez dikin ku her roj ez dibînim bi sedan kes berê xwe didin Kobanê û didin girî. Em jî weke koordînasyona ji bo wan hatiye avkirin dibêjin ku, heta em bajarê Kobanê nekin wek berê em nasekinin. Şev û bi roj em ê ji bo Kobanê bixebitin. Dema me ev konbajaran ava kirin me hesabê vegerê kiribû. Dewlet dibêje em li Kobaniyan xwedî derketin. Ev çawa xwedî derketine. Du konbajarên AFAD'ê hene bi giştî jî 6 hezar kes lê ne. Yên 200 hezar in din dê çi bikin? Yên niha li konbajarên AFAD'ê dimînin jî dixwazin werin wargehên me. Ji destpêka hatina Kobaniyan de dibêjin em bi hejmara 30 hezar konbajarekî çêdikin. Ev 113 roj in hîn konbajarên wan amade nebûye. Ev projeyên wan ne ji bo xêra welatiyên Kobanêyê. Armanca wan a herî mezin dixwazin Kobanê têxin destên çeteyan. Ji bo Kobanê bêmirov bihêlin her tiştî dikin. Serokkomarê Tirkiyeyê jî Recep Tayyip Erdogan jî her tim di got "Kobanê ket û ket". Ev gotina bi xwe feraseta wan derdixe ber cavan."

'Berxwendana Kobanê tevgera azadiya kurdan derxist astekî herî jor'

Endamê Komîsyana Dîplomasiyê ya KCD'ê Senanîk Oner jî der heqê welatiyên Kobaniyan û vegera wan de axivî. Oner got ku ev şerê li Kobanê didome ne şerekî ji rêzê ye û normal e. Oner bilêv kir ku şervanên YPG/YPJ'ê bi çekên sivik, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li dijî çek û topên giran berxwedanek sedsalî û destanî nîşan dane. Oner diyar kir ku berxwedana YPJ/YPG'ê di rojeva dinê de bûye rojeva yekemîn û got: "Berxwedana Kobanê Tevgera Azadiya Kurdan derxistiye herî jor. DAIŞ'ê êdî vî şerî winda kiriye û ti baweriya wan bi wan nemaye. Ji ber vê yekê êdî xwe dikin bombeyên zindî û xwe diteqînin. Heta niha dîroka Kurdan jî ji hêla hêzên dagirkeran dihat meşandin. Lê belê ji niha de pê ve, bi berxedana Kobanê re, êdî gelê kurd qederan xwe bi xwe diyar dike."

'Gelê kurd dê Kobanê ji nû ve ava bike'

Oner destnîşan kir ku bi pêşketina YPG/YPJ'ê gelek tax hatine azadkirin û bi vî rengî welatiyên Kobanê dixwazin rojekê berî rojekê biçin welatê xwe û wiha domand: "Her diçe Kobanê ber bi rizgariyê ve diçe. Ji ber ku Kobanê ji çeteyên qirêj paqij dibe, welatiyên Kobanê dixwazin demildest biçin welatên xwe. Ji ber ku ez berpirsyarê dîplomasiyê me, ji gelek deverên dinê şandeyên biyanî tên li ser Kobanê agahiyan ji me digirin. Veya jî rê dide ku berxwedana Kobanê çiqas bandor li ser dinê çêkiriye. Dema welatiyên me yên Kobanê vegerin Kobanê em ê ji bi wan re biçin û em ê her tim bi wan re bin. Em çawa nêzîkî Pirsûsiyan dibin em wiha nêzî Kobaniyan jî dibin. Ji ber ku heta niha me ti cudahî nexistiye navbera xwe. Em ê gelê Kurd bi hev re bi destê hev bigirin û em ê Kobanê ji nû ve ava bikin. Em ê wê pergala kantonê berî hatibû rûniştandin bi pêş bixînin"

(bd)