1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Sûrê serê sibê bi tang û topan hişyar bû
Gelê Sûrê serê sibê bi tang û topan hişyar bû,gelê,sûrê,serê,sibê,bi,tang,û,topan,hişyar,bû

Gelê Sûrê serê sibê bi tang û topan hişyar bû

Li navçeya Sûrê li dijî dorpêç û êrîşên hezên dewletê 33 rojin berxwedana rêveberiya cewherî didome

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûrê li dijî dorpêç û êrîşên hezên dewletê 33 rojin berxwedana rêveberiya cewherî didome. Hêzên dewletê di destpêka roja 33'yan de dîsa bi tang û topan êrîşên giran pêk anîn. Gelê Amedê serê sibê bi dengê tang û topan hişyar bûn.

Li navçeya Sûrê ya Amedê dagirkerî û dorpêça hêzên dewletê di roja 33'yan de didome. Li dijî êrîş û dorpêça hêzên dewletê berxwedana rêveberiya cewherî jî didome. Li navçeya ku şevê din bêdeng bû, hêzên dewletê serê sibê bi tang, top û bombeavêjan dîsa dest bi êrişên giran kir. Serê sibê bê navber erîşên tang û topan pêk hat û sekvanan jî li gel tang û topan êrîş pêk anîn. Sekvanên li Dibistana Deriyê Mêrdîn bi cih bûne, guleyan davêjin derdorê. Li taxên Sûrê şerê di navbera Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) û hêzên dewletê de didomin. Navçeya Sûrê zêdeyî mehekê ye hatiye dorpêçkirin û ketin û derketin hatiye qedexekirin. Li navçeya ku di bin ambargoyê de ye, welati nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin û herî zêde zarok dikevin bin bandorê.

(mae)