1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Şengalê berê xwe dide eniyên şer
Gelê Şengalê berê xwe dide eniyên şer,gelê,şengalê,berê,xwe,dide,eniyên,şer

Gelê Şengalê berê xwe dide eniyên şer

Gelê Şengalê li gel YBŞ û YJŞ’ê cihê xwe di operasyona rizgarkirina gundên Şengalê de digrin û ragihandin ew ji bo alîkarî dayina zarokên xwe hatine û bi hemê hêza xwe tevlî pêngavê bibin

A+ A-

NÛJIYAN ERHAN/ŞENGAL

Gelê Şengalê bi zilam û jin ve ji bo alîkarî dayina YBŞ û YJŞ’ê yên di çeperên şer de seferber bûn. Dayika ji bo çêkirina xwarina şervanên di çeperan de dest bi xebatan kir û hem ji ji bo parastina ew cihên ji destê çeteyên DAIŞ’ê li çeperên di giran de xwe bi cih kirin.

Êzidiyên ku li rexmê bi temenin ji bi hêrsa tolhildanê berê xwe dan çeperên şer, gotin ku ev tekoşîn ya şeref û namusêye. Komek dildar ku ne girêdayî ti kom, partiyên siyasî be balişandin ku ev welat bi xwîn û canê şervanên YBŞ û YJŞ’ê hatine parastin û tişta bikeve ser milê wan, wê bikin.

Qasî du salan çeteyên DAIŞ’ê xaka Şengalê dagirkiribûn. Li rexmê wê ti hêzên navnetewî û dewletekê çareseriyek jê re nedît. Li hember vê gelê Êzidî bi xwe hêza xwe ya parastinê ava kir û di nav refên YBŞ û YJŞ’ê de şer dikin. Gelê Êzidî yên ku nikarin di nav çêbûnek wisan de cihê xwe bigrin li gel zarokên xwe cih girtin û erkê xweyê mirovî bi cih tînin. Komek Êzidiyên dildar ku ji qempên derdor kom bibûn tevlî 'Pêngava Tolhildana JinênÊzidî' bûn, diyar kirin ku divê her kesê bêje Êzidî me, divê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bike.

Her wiha ragihandin ku ew ji her kesê xizmetê ji Êzidîtî û Êzîdxanê re bike rêz digrin û hertim wê li rex wan cih bigirin.

(sk/rk)