1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Germahiya li rûyê erdê çima zêde dibe?
Germahiya li rûyê erdê çima zêde dibe?,germahiya,li,rûyê,erdê,çima,zêde,dibe

Germahiya li rûyê erdê çima zêde dibe?

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 27.07.2014 07:05:38 Mehên Gulan û Hezîranê yên bihurî weke mehên ku germahiya li rûyê erdê di asta herî bilind de zêde bûye, hatin destnîşankirin. Zanyar hînê hemfikir nînin ku germahiya li rûyê erdê ji ber zêdebûna germahiya hewayê yan jî nîşaneya guhertina klîmayê ye.

Li gorî pîvandinên çend roj berê ji aliyê Îdareya Hewa û Okyanûsê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NOAA) hat kirin, germahiya li rûyê erdê û okyanûsan, di salên dawî de her diçe zêde dibe. Zêdebûna germahiyê ku herî zêde bal kişand, di mehen Gulan û Hezîranê yên bihurî de rû da.

Li gorî daneyên dawî, di Gulana îsal de germahiya li rûyê erdê û deryayan 0,74 pile li nîvekê zêde bû, ev zêdebûn di meha Hezîranê de bû 0,72 pile. Li gorî daneyên NOAA, ji sala 1880 dema destpêkirina pîvandina germahiya rûyê erdê û vir ve, ev yek dema herî germ e. Di dawiya salên 1930 de nîvekê germahiyê di navbera 0 û -0,5 pile diguherî. 13 sal ne di navê de di nava 70-80 salên dawî de ev germahî her tim zêde bû. Sala 1911'an de, bi kêmbûna pileya ji sedî 0,52 re bû asla herî sal a sedsala 20'an.

Çavdêriyên germaniyê yên ji aliyê NOAA ve hatin kirin îspat dikin ku klîmaya cîhanê her diçe germ dibe. Dema li gorî salan tê nirxandin, sala herî germ weke sala 2010'an hat destnîşankirin. Di sala 2010'an de germahiya li rûyê erdê 0,66 pile zêde bû, ev rêje di sala 2005'an de 0,65 û di sala 1998'an de 0,64 bû.

Zanyar hînê hemfikir nînin ku germahiya li rûyê erdê ji ber zêdebûna germahiya hewayê yan jî nîşaneya guhertina klîmayê ye.