1. Hemû Nûçe

  2. Ger

  3. Gerîlayên Dêrsimê: Em hêzên parastina gel in
Gerîlayên Dêrsimê: Em hêzên parastina gel in,gerîlayên,dêrsimê,em,hêzên,parastina,gel,in

Gerîlayên Dêrsimê: Em hêzên parastina gel in

A+ A-

ARZÛ DEMÎR - DÊRSIM 10.07.2014 07:00:00 Piştî Başûr, Metîna, Gare û Qendîlê yekem car ez li Bakur, yanî bi gotineke din li qada şer a herêmeke gerîla me. Ji bo fêm bikim ku gerîlayên li van herêman, ji çiyayên Dêrsimê bi çi rengî li pêvajoyê temaşe dikin, li vê derê me.

Xebateke berfireh xuya dike; li aliyekî perwerde û nîqaş dewam dikin, li aliyê din înşaeta şehîdgehê. Li vê rewşê, divê mirov serdana gel a pêl bi pêş tê herêmên gerîla jî zêde bikin.

Li Dêrsimê, dema mirov ber bi herêma gerîla ve diçin kalekol/qereqolên li ser rê balê dikşînin. Lê belê bi gotina gerîla rewşeke 'awarte' ya leşkerî vê gavê nîne.

Lê zehmet e ku mirov bêjin rewş her tim' asayî' ye. Ji ber nêzîkatiya dewletê li pêvajoyê, gelek caran pozîsyona pevçûnan rû daye. Bi hesasiyeta gerîla, pêvajo ber bi şer ve neçûye.

Gerîlayên HPG'ê Rûken Botan, Roza Hêlîn; Fîkret Koçgirî û Bahoz Bêrîtanî, ji çiyayên Dêrsimê pêvajoya muzakereyê nirxand û bersiv dan nîqaşên li ser "vekişîn" û "bêçekbûyînê".

Rûken Botan 24 salî ye û 3 sal in gerîla ye. Roza Hêlîn 33 salî ye û 13 sal in gerîla ye. Fîkret Koçgirî ji sala 1999'an û vir ve gerîla ye. Bahoz Bêrîtanî 24 salî ye û 6 sal in li çiyê ye.

Dema bersiv ji pirsa "Zivistan çawa derbas bû?" tê dayîn peyv diçe ser pêvajoya vekişînê ya Gulana par. Der barê agirbest û vekişîna beriya niha de nêrînên xwe tînin ziman: "Fikarên me hebûn. Lê belê em li gorî banga Rêbertiya xwe û rêxistina xwe tevgeriyan." Rojên zivistanê weke pêvajoya perwerde û amadekariyê derbas bûn.

Dema gerîla li gorî şert û mercên agirbestê tevgeriya, artêşê çi kir?

Bersiv ji Roza Hêlîn tê: "Nêzîkatiya artêşa Tirk berevajî rewşa agirbest û vekişînê ye. Giranî da qereqolan. Li ser vê bendav û xebatên lêgerîna madenê zêde kir. Zerareke mezin dan erdnîgariya me. Her wiha kemîn danî. Vê yekê em xist nava fikaran û ev ne gavên li gorî pêvajoyê ne. Em li qadê dibînin ku tevgereke leşkerî awarte heye, amadekariyeke dewletê heye. Em jî nikarin bi destgirêdayî rawestin. Me bi armanca hişyarkirinê gule teqandin. Dema li gorî hişyariyan tevnedigeriyan û bersiv ji me re dihat dayîn, me jî ji neçarî bersiv didan."

'QEREQOL AMADEKARIYA ŞER E'

Dewlet bi biryar e ku li qada Dêrsimê 22 kalekol/qereqolan çê bike. Beşek ji van hatiye çêkirin. Gerîlayên HPG'ê çêkirina qereqolan weke hewldanek dikare pêvajoyê bixetimîne, bêbaweriyê derdixîne holê, dinirxînin. Bi kurtasî weke amadekariyeke şer dibînin.

Rûken Botan jî bibîr dixîne ku ji bo rawestandina çêkirina kalekolan û bendavan wan yekcaran çalakiyên 'ragirtina karkeran û berdana wan', 'şewitandina maşînên kar' lidar xistine û got, "Ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê me tedbîr girtin. Ji ber hesasiyeta pêvajoyê me li dijî kalekolan operasyona leşkerî nekirin. Naxwe ne ji ber hêza me tunebû. Vê pêvajoyê avantaj da me jî. Me jî valahiya dijmin zevt kir, îstîxbarat kkom kirin. Em jî bi betalî nesekinînin. Lê belê hesasiyeta pêvajoyê, em rawestand."

Gelê Dêrsimê carna li hemberî qereqolan çalakî lidar xist. Lê belê mîna gelê Liceyê çalakiyên demdirêj nebû. Gerîlayê HPG'ê Bahoz Bêrîtanî da xuyakirin ku di rawestandina çêkirina qereqolan de wezîfeyeke mezin dikeve ser milê gel û got, "Divê em zerarên qereqol, HES û lêgerînên li madenê ya li erdnîgariya me, bêtir baş vebêjin."

NE GOTIN GAVÊN PRATÎKÎ DIXWAZIN

Li Dêrsimê gerîla pêvajoya siyasî ji nêz ve dişopînin. Ji bo pêşnûme qanûna li Meclîsê dibêjin "Girîng e, lê kêm e. Em gavên pratîkî dixwazin."

Roza Hêlîn dibêje, "Ya ku fikarên me ji holê rake ne gotin e, pratîk e" û ji bo pêşnûme qanûnê vê yekê destnîşan dike: "Eger tu gotinekê dibêje û biryardariya xwe nîşan dide, divê tu gavê biavêje. Em bi tenê li gotinê nanihêrin, em li rewşa xwedîderketina li gotinê dinêhirin. Heta ku ev nêzîkatiya dewletê dewam bike, emê tu carî bawer nekin. Bawerî dernakeve holê. Ne tenê li nava gerîla li nava gel jî fikarên mezin hene. Ji bo me ya girîng pratîkbûyîna gotinê ye."

Rûken Botan, Şervan Koçer ê beriya çend rojan li bejahiya Wanê piştî bi birîndarî dîl ket destê leşkerên Tirk hat înfazkirin bibîr xist û got, "Şehadeta wî ji bo me gelekî giran û zêde ye. Lê belê ji bo pêvajo nekeve xeteriyê, em xwe disekinînin." Botan dibêje, "Pêşnûme qanûn gaveke, em înkar nakin lê belê têrê nake. Şaş e ku mirov li benda guhertinên ji nişka ve bin. Lê qanûn jî têrê nake. Azadiya Rêbertiyê, azadiya hevalên me yên li girtîgehê, avakirina xweseriya demokratîk; ev hemû daxwazên me ne. Ev nebin ji bo me nabe. Ya pêşkêşî me tê kirin çiye? Wê ev der ew der bê valakirin."

Rûken Botan nîqaşên li ser valakina Qendîlê bibîr xist û di wê baweriyê de ye ku valakirina Qendîlê ne pêkan e. Botan dibêj, "Kurdistan çar parçe ye. Bakur azad bibe jî Rojava di bin gefê de ye. Li Rojhilat gelê me rastî pêkanînên neyînî û giran tên. Başûr jî heye."

Rûken Botan bal kişand ser şehîdgeha li pêşiya me ya tê çêkirin û got, "Hevalên li vê goristanê radizên çend ji wan ji Rojhilat, çend jê ji Rojava ne. Ji bo vê xakê şehîd ketin."

Bahoz Bêrîtanî da xuyakirin ku guhertina qanûnî ya mijara gotinê jî di encama vîna gel de hatiye amadekirin û got, "Hilbijartinên 30'ê Adarê vînek bû. Beyana vîna ji sedî 80 a dengên li Kurdistanê bû. Peyama 'Em destekê didin Rêber Apo' bû. Vê vînê bi hikûmetê gav da avêtin."

Fîkret Koçgirî jî diyar kir ku pêvajoya çareseriyê êdî di nava dewletê de cih girtiye û CHP jî êdî li dij dernakeve. Koçgirî got, "Ev rê rêyeke jêneveger e. Di vê rê de dibe ku pevçûn jî rû bidin, astengî jî derkevin. Lê belê rêyeke tu carî jêveger nîne. Baweriya me beriya her tiştî li gel heye."

Gerîlayên HPG'ê dibêjin ku vekişîna bi awayekî fermî di rojeva rexistinê de nîne û nerazîbûn nîşanî ferzkirinên vekişîn û bêçekkirinê dan.

Fîkret Koçgirî got, "Di rojeva me de vekişîn nîne" û piştre behsa çiyê dike: "Em çima dest ji Dêrsim, Botanê berdin? Em di nava gel de bimînin, kooperatîfên xwe, komunên xwe ava bikin. Li nava bajêr mirov ditirsin bi şev li parqekê razên, lê li çiyê ev tirs nîne. Li gorî min cihê gurên nebaş lê ne, bajar e. Eger pêvajoyeke çareseriyê çê bibe, ezê li gundekî çiyayê Dêrsimê, bi gundiyan re kooperatîfekê çê bikim û bijîm. Di pêvajoya çareseriyê de gel dixwaze xwe bigihîne me. Lê belê dewlet dibêje 'ji hev veqetin'. Em dixwazin xwe bigihînin gelê Tirk jî. Li çiyayên Ege, li çiyayên Derya Spî çima em bi hev re jiyana organîk çê nekin."

Roza Hêlîn dema bersivê dide nîqaşên li ser bêçekbûyînê dibêje, "Em xwe weke hêzên parastina vî gelî dibînin. Eger ji bo aştiyê gavên pratîkî bên avêtin jî, emê bi gelê xwe re sîstema em dixwazin ava bikin."

'NÎQAŞÊN BÊÇEKKIRINÊ WÊ PÊŞÎ LI PÊVAJOYÊ BIGIRE'

Bahoz Bêrîtanî da xuyakirin ku eger pêvajoya çareseriyê ji destpêkê ve li ser nîqaşên bêçekkirinê bê rûniştandin, wê bixebitime û got, "Niha çek bêdeng in. Hikûmet çi dike? Gaveke bi rastî hikûmet diavêje heye? Bêçekbûyîn rojeva me ya herî dawî ye. Heta Rêbertî azad nebe ev gerîla çekê danîne. Der barê vekişînê de jî, eger vê carê qanûnî nebe ne bawerim pêk were."

'TU DIZANÎ KU RÊHEVALÊN TE LI VIR IN'

Dema em diaxivin li pêşberî me jî înşaet dewam dike. Yekcaran jî kevokên gerîla wan xwedî dike, difirin ezmanan.

Rûken Botan a li înşaeta şehîdgehê dixebite diyar dike ku wan li çiyayên Dêrsimê nêzî 500 hevalên xwe şehîd dane û dibêje, "Di pêvajoya şer de hatine veşartin, carna jî gundiyan ew veşartine. Niha jê em li herêmê digerin û hewl didin gorên wan bibînin. Ev proje hesteke cuda dide mirovan. Dayikek wê were û xaka zarokê xwe hembêz bike. Ev yek bi tena serê xwe ji bo me gelekî watedar e û tu dizanî ku rêhevalê te li vir e. Gel wan bi tenê nahêle. Me hin gorên xwe nedîtin. Ev yek jî birînek vekiriye li gel me. Me diêşîne."

Gerîlayên HPG'ê li gel mercên şer û giraniya pêvajoyê jî, hêviyên xwe yên ji bo aştiyê diparêzin.