1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gerîlayên HPG/ YJA STAR'ê: Ruhê berxwedana Şengalê li Bakur geş dibe
Gerîlayên HPG/ YJA STAR'ê: Ruhê berxwedana Şengalê li Bakur geş dibe,gerîlayên,hpg,yja,star,ê,ruhê,berxwedana,şengalê,li,bakur,geş,dibe

Gerîlayên HPG/ YJA STAR'ê: Ruhê berxwedana Şengalê li Bakur geş dibe

A+ A-

NUJIYAN XELÎL / SARA CANDA / ŞENGAL/ ROJNEWS

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Başûrê Kurdistanê, berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav kirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin: "Berxwedana Şengalê û Kobanê çawan bi serketinê bi encam bû, wê li Bakurê Kurdistanê jî gelê me vê berxwedana pîroz bi serketî encam bike."

Di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de bajarê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin. Li ser gelê Êzidî komkujiyên mezin pêk anînin, bi hezaran dîl girtin. Ji bo pêşiya komkujiyê bigrin û gelê Êzidî bi parêzin gerîlayên HPG û YJA Starê piştî berxwedanekî dirêj gihan armaca xwe. Di bin pêşengtiya gerîlayên HPG , YJA Starê, Şervanên YBŞ û YPJ Şengalê de pêngava Azadkirina Şengalê hat destpêkirin û navenda Şengalê ji çeteyan hat paqijkirin.

Yek ji gerîlaya YJA Starê ya derdora bajarê Şengalê di parêze Tijda Çiya got: "Nêzî salek û nîvê ye weke HPG û YJA Starê em cihê xwe li Şengalê digrin. Dema ku li ser gelê Êzidî komkujî pêk hat, ji bo parastina wan, li ser bingehê parastina gelan, em beşdarî berxwedanê bûyin."

'Pêwîst nake em propagandayan bikin'

Çiyaa axaftina xwe wiha berdewam kir; "Ji aliyê her kesê ve berxwedanekî mezin hat kirin. Di vê demê de gel ev rolê mezin nîşan da. Em weke hêzên din hêza xwe ji axê nagirin, her kes dizane hêza me ji kuderê tê. Cihê ku PKK lê be, kes li pêşiyê nagire. Pêwîst nake em propagandeyê bikin, her kes vê baş dizanin."

Çiya diyar kir ku wê li hember şerê li Rojhilata Navîn tê kirin, her tim têkoşîna xwe bi domînin û wiha axivî: "Weke her parçeyên din ên Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî hem bi awayekî fizikî, hem jî şerê taybet bi awayekî berfireh didin meşandin. Niha li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd li hember desthiladariya Erdogan û dewleta Tirk berxwedanekî bê hempa didin meşandin. Berxwedana gelê me dike, gelek bi rûmet û pîroz e. Em li vê derê gelê xwe silav dikin û serketinê ji wan re dixwazîn. Em ruhê vê berxwedanê pîroz dikin. Bila her kes bizanibe çawan li Rojava û Şengalê gel bi hev re berxwedan geş kir û serketin, bila gelê Bakur bizane em li gel wanin. Em ji bo her tiştî amadene, ji ber ku em fadayê gelê xwe ne. Berdêla wê çi dibe bila be, em dest ji têkoşîna xwe û gelê xwe bernadin.".

'Ji bo êrîş û komkujî pêk neyên em li virin'

Gerîlayên YJA Star yên cihê xwe di nava berxwedana Şengalê digrin, Şerjin Herekol û Hejar Botan ji kamareyên em re wiha gotin: " Di encama berxwedana 11 mehan a berfireh de navenda bajarê Şengalê hat rizgar kirin. Her kesê dît li Rojava û Şengalê îradeya şer çend bi bandore. Niha em ji bo parastina gelê Êzidî li virin û em gelê xwe di parêzin. Ji bo êrîş û komkujî pêk neyên, em ê li gel hevalên xwe yên YBŞ û YPJ Şengalê, heya dawiyê gelê xwe bi parêzin. Berxwedana gelê Bakur dike, berxwedanekî dîrokî ye. Em bi hemû ruhê berxwedana Şengalê berxwedana wan silav dikin. Pêwîste hemû navçe û bajar piştgiriyê bidin berxwedanê. Li Bakûr 40 sale berxwedan tê kirin. Lê niha Cizîr, Silopî, Sûr, Nisêbîn û çend cihên din di bin êrîşên giran ên dijmin de ne. Pêwîste li hember vê yekê li tevahiya Kurdistanê gel berxwedanê pêş bixe."

'Bi xurtbûna berxwedana gel re, em ê bigihin serketinê'

Bi berdewama axaftina xwe wiha gotin: "Bi berfirehbûna berxwedanê re em ê bigihîn serketinê. Em di wê baweriyê de ne wê gelê Bakûrê Kurdistanê berxwedanê bigihînin serketinê. Em berxwedana gelê xwe pîroz dikin. Em li gel wanin. Pêwîste ciwanên Kurd neçin leşkeriyê."

Gerîlayê HPG'ê Demhat Mako jî bal kişand ser berxwedana Bakurê Kurdistanê û wiha ragihand: " Berxwedan û îradeya mezin, Şengal azad kir. Şerê di bi mesafeya duriya 20 metre tê kirin îradeyekî xurt divê. Di her hevalekî me de ev îrade hebû. Li hemberî çeteyan tenê yek gav jî paş de neavêtin. Her kes dizane yekane rêxistina li hemberî DAIŞ'ê pêç diçe PKK ye. Şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin cidî û berfireh tê kirin. Bi taybet Bakûrê Kurdistanê rastî êrîşên mezin tên."

'Şengal bi ruhê Apoçî hat azadkirin, wê Bakur ji bi heman ruhî were azad kirin'

Mako wiha dewam kir: "Dewleta Tirk, li Cizîr, Sûr, Silopî û çend navçeyên din şerekî berfireh di de meşandin. Bersiva herî xurt niha gelê me, bê me dide. Di çeperên Şengalê desteka herî mezin, me ji gelê Êzidî girt. Niha gelê Bakur, bê me berxwedanê dike. Ev berxwedan gelek pîroze. Bila her kes bizane bi ruhê Apoçitî çawa Şengal azad bû, wê wisan Bakur ji azad bibe. Em weke hêzên HPG'ê heya dawî li gel, gelê xwe ne. Em hêza parastina gelin. Pêwîste gelê me, heya dawiyê berxwedanê bike. Em heya dawiyê ligel wanin. Şerê bê berxwedan wê di ti deman de bi ser nekeve. Ji ber vê yekê heya dawiyê berxwedan, heya dawiyê azadî."

'Armanca AKP'ê koçberkirina gelê me û bi destxistina Kurdistanê ye'

Gerîlayê HPG'ê Ronî Kiçî û Simko Welat bang li gelê Bakurê Kurdistanê kirin û wiha gotin: "Me erkê xwe li Şengalê bi cih anî, em ê erkê xwe yê li Bakurê Kurdistanê jî bi cih bînin. Tenê li Şengalê, niha li Bakurê Kurdistanê jî heman qehranî tê kirin. Di serî de berxwedana Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û hemû gelê xwe yê Bakûrê Kurdistanê silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Armanca desthiladariya AKP'ê ew ku gelê me koçber bike û xaka Kurdistanê dagir bike. Gelê me li hember vê terorê di nava berxwedanekî bê hempa de ye. Weke fedayiyên gel em di her kêliyê de amade ne. Bila ti kes nehizirin ku gelê me bi tenê ye. Em ê ji bo gelê xwe heya dawiyê têkoşî bikin û em ji bo wan hene. Bila hemû cîhan vê yekê bi zane, em ê ji bo gelê xwe têkoşînê bikin. Em soz didin hemû gelê Rojhilata Navîn em ê li ser bingehê felsefeya Rêber Apo jiyanek azad bi afirînin."

Gerîlayên HPG'ê li hemberî komkujiyan, bang li hemû gelên Rojhilata Navîn kir, piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê bikin, kir.

(ab)